Êrîşa li dijî karkerên kurd wê bibe rojeva Meclîsê 2020-09-05 10:33:34 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku êrîşa li dijî karkerên kurd a li Sakaryayê pêk hat bibe rojeva Meclîsê pêşniyazpirs amade kir. Kaçmaz, di pêşniyazpirsa xwe de, ji Wezareta Karê Hûndir pirsa “Gelo hûnê derbarê êrîşkaran de dest bi lêpirsînê bikin?” kir.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku êrîşa li dijî karkerên kurd a li Sakaryayê pêk hat bibe rojeva Meclîsê pêşniyazpirsa amade kir. Kaçmaz ê HDP’î, di pêşniyazpirsa xwe de ji Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû pirsa “Gelo hûnê derbarê êrîşkaran de dest bi lêpirsînê bikin?” kir    Kaçmaz di pêşnîyaz pirsa ku wê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bike de ev pirs ji Wezarê Karê Hûndir Suleyman Suylû kirin:   “*Weke Wezîrê Karê Hûndir haya we jê hebû ku karkerên kurd ên li Sakaryayê wê rastî êrîşeke wiha ya organîze kirî bên?    * Gelo hûnê derbarê kesên êrîşî karkerên kurd kirin de dest bi lêpirsînê bikin?    * Gelo di dema desthilatdariya we de, çend karkerên çandiniyê bi vî awayî rastî êrîşên nijatperest hatin û di encama van êrîşan de çend karkerên çandiniyê jiyana xwe ji dest dan?    * Ji bo pêşîlêgirtina êrîşên wiha yên nijatperest gelo çi polîtîkayeke we heye?    * Ji bo parastina karkerên kurd ên her salî diçin bajarên cuda û dixebitin, hûn çi bergiriyan digirin, an jî tu bergiriyeke we heye?    * Gelo hûnê çawan daxuyaniyên Walîtiya Sakaryayê û Parlamenterê AKP’ê yê Sakaryayê ku xwestin îdîayan berevajî bikin, îzah bikin û armanca wan çibû?”