Li çoltera Payîzava sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin 2020-09-05 11:11:09   WAN - Kesên kincên sivîl û eskerî li xwe dikin li gund û zozanên girêdayî navçeya Payîzavayê xîxurtiyê ferzî welatiyan dikin.   Li gundên Kelegerîn, Tirşîn, Koxan, Çarçelan, Aşkan û zozanên Avan, Çalyan û Arkaç ên girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê, kesên kincên sîvîl û eskerî li wan kirî sîxurtiyê ferzî welatiyan dikin.   Li gorî agahiyên hatin girtin, kesên kicên sivîl û eskerî li wan kirî, ev demeke diçin gund û zozanên herêmê û welatiyan di lêpirsînê re derbas dikin. Hat diyar kirin ku ev kes pirsên weke “Hûnê bi kî re hevdîtinê bikin? Hûnê biçin ku derê? Xizmên we kîne?” ji welatiyan dikin û bi taybetî di saetên şevê de koçeran dilnerehet dikin û li hin malan jî lêgerînê pêk tînin.