Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2020-09-05 17:02:29   STENBOL - Li Stenbolê zilamê bi nav3e Vusal Orûçav hevjîna xwe Sevîlay Kaya qetil kir.    Li taxa Navenda girêdayî navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, zilamê bi navê Vusal Orûçav hevjîna xwe Sevîlay Kaya ya 18 salî qetil kir. Orûçov piştî hevjîna xwe qetil kir, çû Midûriyeta Polîsan û teslîm bû. Li ser vê derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.