AYM, ji bo îşkenceya bibelge got 'delîl tuneye' 2020-09-06 09:02:53 AMED – Di sala 2016'an de li Bismilê Çawîşekî pispor hatibû kuştin. Omer Şîmşek jî ji ber vê kuştinê hatibû binçavkirin û di dema binçavkirinê de hatibû îşkencekirin. Piştî vê Şîmşek serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû. Çendî ku wêneyên îşkenceyê hebûn jî, dadgehê got "delîl tunene" û serlêdan red kir.    Di 28'ê Hezîrana 2016'an de li Bismil a Amedê çawîşê pispor Erdem Unal hatibû kuştin. Ji ber kuştina çawîşê pispor Omer Şîmşek hatibû binçavkirin û di bin çavan de hatibû îşkencekirin. Piştî vê Şîmşek serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabû. Lê belê Dadgehê serlêdana Şîmşek red kir.    Gava Omer Şîmşek ji taziyeya xizmekî xwe tê, wesayîta ku ew, Yûsûf Başkan û Sadrettîn Bîlîr tê de ne tê sekinandin. Tîmên taybet her sêyan ji wesayîtê dadixin û li wan dixin. Tîmên taybet heya her sê kes ji xwe ve diçin li wan dixin. Paşê wan dibin emniyetê û li wir jî wan îşkence dikin. Gelek deverên laşê her sê kesan dişikên. Dû re her sê kesan dibin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û li ser daxwaza parêzerên wan dozge rjî telîmat dide ku wêne û dîmenên her sê kesan bên girtinç Ji bo tespîtkirina şopên îşkenceyê her ssê welatî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Amedê tên kirin û bi hinceta bijîşk tuney nayên muayenekirin. Ji ber ku rapora wan tuneye her sê kes bi îdiaya "avakirian rêxistinê, rêvebirina rêxistinê û kuştinê" tên girtin.    Her sê kes jî piştî salekê tên berdan û di sala 2019'an de Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê der barê wan de biryara beraatê dide. Piştî vê biryarê Omer Şîmşek bi rêya parêzerê xwe Abdûllah Zeytûn, ji ber îşkenceyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dide. Lê belê çendî ku wêneyên îşkenceyê hebûn jî Dadgeha Qanûna Bingehîn serlêdana Şîmşek red kir.    AYM'ê çendî ku wêneyên şkenceyê hebûn jî ji bo serlêdana Şîmeşk gotiye "ji ber ku delîl tunene serlêdan nayê qebûlkirin."