Hêj der barê doza esker Mustafa Araz ê bi guman mir de pêşketin tune 2020-09-06 09:06:10     STENBOL – Di ser mirina esker Mustafa Araz ê li Babaeskî ya Kirklarelî di 12'ê Gulanê de di avahiyek xerabe de mirî hat dîtin re  meh borî. Lê heta niha der barê lêpirsîn û doza mirina Araz de tu pêşketin tune ye. Hêj rapora otopsî aşkere nekirine û daxwazên parêzeran red dikin. Malbata Araz bi fikar in ku ser bûyerê bigirin û bincil bikin.    Li Navçeya Babaeskî ya Bajarê Kirklarelî eskerê 23 salî Mustafa Araz ê li Fermandariya Fuze ya Parastina Hewayê ya girêdayî 1'emîn Fermandariya Tugaya Zirxî eskerî dikir, di 12'ê Gulanê de mirî hat dîtin. Rayedarên eskerî diyar kirin ku di 11'ê Gulanê de nexweş ketiye û çûye nexweşxaneyê û piştre agahî jê negirtine. Rayedaran parast ku roja din li avahiya AVM ya xalî û xerabe întîhar kiriye. Malbatê jî anîn ziman ku destê kurê wan hatdibû girêdan û li ser laşê kurê wan şopa lêdanê hebû. Malbat ketin gumana ku kurê wan bi îşkenceyê hatiye kuştin. Malbatê li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Navçeya Babaeskî da. Lê 4 meh di ser bûyerê re derbas bû, hêj der barê dosyayê û lêpirsînê de tu gav nehatiye avêtin.    Parêzerê malbatê Cesim Parlak, anî ziman ku hêj rapora otopsiyê ya der barê Araz de nehatiye aşkerekirin û wiha got: "Hem rapor aşkere nekirine û hem jî daxwaza me ya kesê zana û pispor lêkolîn bikin red kirine. Dîsa dîmen û qeydên kamera yên cihê bûyerê hêj nehatine tespîtkirin. Gelek delîlên bên ronîkirin hene. Heta niha têkildarî lêpirsînê tu gav nehatiye avêtin. Rojek berê ez bi Serdozgerê Komarê yê Babaeskî re axivîm. Ez di pergala UYAP'ê de ji 10'ê Tîrmehê heta niha tu belgeyan nabînim. Serokomar bi hinceta "Vîrûsa Corona" giştînameyek parve kir. Xwest li şûna biçin edliyê, dikarin li ser pergala UYAP'ê encama doz û lêpirsînê bibînin. Serdozgera Babaeskî Şule Dumul jî destûr dabû ku em têkevin pergala UYAP'ê. Roja borî ez lê geriyam got "Divê tu her roj daxwaz bike. Lê ger ku carekê destûr da pêwist nake ku ez her roj daxwaz bikim. Daxwaznameyên ku ez bi xwe dinivîsim jî di pergala UYAP'ê de nabînim. Niha pergala UYAP’ê ji ragihandin û dîtinê re hatiye girtin. Em nikarin têkevin pergalê û dosya bibînin. Me xwest em bi dozger re rû bi rû hevdîtin bikin, lê me xwe negîhandê.'    HÊJ KEŞÎF JÎ NEHATIYE KIRIN   Parêzer Parlak, anî ziman ku wan xwest yekîneyek ku ji pisporên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) bûyerê lêkolîn bikin û li cihê bûyerê keşif bikin, lê ev daxwaza wan red kirine û wiha axivî: "Hêj li cihê bûyerê keşif jî nehatiye kirin. Em her tim dixwazin keşif bikin, lê mixabin vê daxwaze me red dikin. Hêj rapora otopsiyê jî amade nekirine. Divê raporek ew qas dereng nemîne. Ev mirina eskerekî bi guman e. Divê rayedar erka xwe pêk bînin.  4 meh di ser dosya dozê re derbas bû, lê heta niha tu gavên şênber nehatiye avêtin.    BAV ARAZ: NEDIYARKIRINA DOSYAYÊ NÎŞANA KUŞTINÊ YE   Bav Hasan Araz jî anî ziman ku heta niha nediyarkirina dosya û lêpirsînê nîşan dide ku kurê wî hatiye kuştin û dixwazin ser vê doz û dosyayê veşêrin. "Divê dîmenên kamera bên dîtin. Divê keşif bê kirin. Ne zelaliya dîmenên kamera û nekirina keşifê nîşan dide ku kurê wan hatiye kuştin. Em ji destpêkê de diyar kirin ku kurê min întîhar nekiriye. Kurê min bi îşkenceyê hatiye kuştin. Lê dixwazin ser kuştinê bincil bikin û veşêrin. Ez ê heta dawî şopdarê dozê bim.    MA / Îdrîs Sayilgan