Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya derketina kolanan 2020-09-06 10:46:42   BEDLÎS - Li 24 gund û gomên Bedlîsê, qedexeya derketina kolanan hat îlankirin.   Walîtiya Bedlîsê, li 24 gund û gumên girêdayî navçeya Merkez a bajêr qedexeya derketina kolanan îlan kir. Navenên gundên hatin qedexekirin wiha ne: “Çeltikli, Aşagikoçak, Aşagiyolak, Yukariyolak, Yaronu, Beşkaynak, Dursun, Dîkme, Aşagidikme, Yukaridikme, Uçankuş, Bayirli, Kutlu, Akgun, Kinali, Çobansuyu, Aşagiçobansuyu, Gulluce, Harmanyeri, Karaca, Konalga, Kaşikli, Kayalibag û Cevizdali.”   Qedexeya li 24 gundan bi hinceta parastina can û malê gelê, girtina endamên rêxistinê û operasyona leşkerî hat îlankirin, wê îro saet 01.00 dest pê bike û heya fermana duyemên dewam bike.