HDP: Divê rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê 2020-09-06 11:29:08   ENQERE - HDP’ê, diyar kir ku komkujiya 6-7’ê Îlonê li ser politikayên înkar û imhayê hatiye pêşxistin û divê rastiya vê komkujiyê derkeve holê.    Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derberê salvegera bûyerên 6-7’ê Îlonê de daxuyaniyek nivîskî weşand. MYK’ê di daxuyaniya weşand de, bal kişand ser komkujiya 6-7’ê Îlonê û diyar kir ku bi ser komkujiyê re 65 sal derbas bûn û di vê komkujiyê de di serî de Rûm û Ermenî, welatiyên Xrîstiyan û Mûsevî bi awayekê pergalî û bi plankirî rastî êrîşan hatin û hatin qetilkirin.     ‘NIJADPERESTÎ ENCAMA HIŞMENDIYA ŞERE’   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi beralîkirina hêzên mîlîtarîst re, propagandeyên derew û reşkirinê, komên mirovan êrîşên mezin pêk anîn. Li gorî daneyên fermî yên van êrîşan tenê li Stenbolê 73 dêr, 8 kanî an jî karêza ku ji hêla Rûman ve pîroz tê qebûlkirin, 2 keşîşxane, 3 hezar û 584 kargeh û malên aîdê Ruman û 5 hezar û 538 mal û kargehên mirovan hatin şewitandin û talankirin. Di vê komkujiyê de gelek mirov hatin qetilkirin, beren olî hatin derpkirin, gorên wan hatin hilweşandin û bi deh hezaran welatî ji ber zext û ewlekariya canê xwe neçar man ku Tirkiyeyê terk bikin. Dîsa bi sedan jin rastî êrîşên zayendî hatin. Ev hemû nijadperestiya heyî encama hişmendaiya şer nîşan dide. Ev jî polîtîkayekê dewletê ye. Polîtîkayên înkar û îmha kirine ye. Ji ber vê bi ser komkujiyê girtin.     ÊDÎ VÊ ŞERMÊ QEBÛL BIKIN   HDP bi hebûn û piştgiriya xwe ya civakî, li dijî tetîkêşiyê, cudakariya civakî û dijminantiya civakî hêviyeke herî mezine. Li dijî hemû helwestên tetîkêşiyê, cudakariyê û dijminantiyê emê dibin her şert û merci de têkoşîna xwe bi rêve bibin.  Divê Tirkiye êdî vê şerma xwe qebûl bike û rastiya komkujiya 6-7’ê Îlonê derkeve holê. Dî serî de welatiyên Rûm û Ermenî, Xristiyan û Mûsevî yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, em bi rêzdarî û xemgînî wan bibîr tînin. Em carek din vê hişmendiya reş û tarî lanet dikin.”