ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-07 09:00:05   *  Rojnameger Niyaz Abdula, kampanya ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, nirxand û diyar kir ku bi tecrîdê ser Ocalan re li Rojhilata Navîn pêşî li aştiyê tê girtin.    * Li navçeya Hênê ya Amedê, dayika G.A. ku 5 xizmên wê bi awayekî sîstematik dest dirêjî wê kirin F.A. piştî dest dirêjiya dawîn a li keça xwe bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   * Li gundê Semqûlû yê navçeya Karakopruyê, berhevkirina fistiqên darên 600 salî dest pê kir.    * Çalakgerê greva birçîbûnê yê li Girtîgeha Kirşehîrê Cûmalî Yildirim, derbarê çalakiya greva birçîbûna ya ku 112 roj in bi awayekî dorveger didome axivî û diyar kir ku 4 meh in di hucreyên yekkesî de tên girtin û tenê 20 deqe dikarin derkevin hewagirtinê.   * Xwendkarên zanîngehê ku ji pandemî û qrîza aborî bi bandor dibin, diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re mexdûr bûne û ji ber vê yekê ne bi hêvî ne ku piştî derçûnê kar bibînin.    * Siyasetmedarê kurd Ferman Garzan, diyar kir ku protoqola ku li Moskovê hatiye îmzekirin wê di çareserkirina qrîza Sûriyeyê de bi bandor be û got ku di heman demê de protoqol bloqa demokrasiyê ye.   * Hejmara 16’emîn a Kovara Dilopê ku ji du mehan careke tê derdikeve bi Dosya rewşênbîrê kurd Osman Sebrî derket. Mijara hejmara beriya niha jî di vê hejmarê de hatiye berdewamkirin û qala aliyê aborî û polîtîk ê ziman hatiye kirin.    * Partiyên siyasî û tevgerên siyasî yên kurd ku di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin dê biçin serdana karkerên kurd ku li Sakaryayê êrişî wan hat kirin. (11.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Dr. Mehmet Kan ê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da bibîr bîne dê li ber Miduriyeta Tenduristiyê ya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)