Rojnameger Abdula: Dewleta tirk ji azadiya Ocalan re ne amade ye 2020-09-07 09:00:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Niyaz Abdula, kampanya ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, nirxand û diyar kir ku bi tecrîdê ser Ocalan re li Rojhilata Navîn pêşî li aştiyê tê girtin.    Li Herêma Federal a Kurdistanê komek ku ji rewşenbîr, rojnameger, mamosteyên zanîngehê û lêkolînvanên kurd pêk tê, di 30’ê tebaxê de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kampanyayek îmzeyan da destpêkirin. Kampanya li ser înternetê tê meşandin û heta 15 rojan bidome. Îmzeyên ku bên komkirin wê radestî Netewên Yekbûyî (NY) û Parlementoyê Ewropayê (PE) bên kirin.  Der barê kampanyayê de rojnamevan Niyaz Abdula ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    ‘HETA KU OCALAN NEYÊ BERDAN DOZA KURD LI BAKUR BI PÊŞ VE NAÇE’   Destpêka axaftina xwe de Abdula, derbarê kampanyayê de agahî dan û diyar kir ku kampanya ji aliyê komek serbixwe ve hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Kom ji mamosteyên zanîngehê, rojnamevan, nivîskar û lêkolînvanan pêk tê. Armanca bingehîn a kampanya me ew e ku metnên ku derbarê tecrîdê de bi zamanê kurdî, erebî, tirkî, farisî, fransî û îngilîzî hatine nivîsandin, bigihîjin gelên din ên cîhanê û herkes ji bo azadiya Rêber Ocalan bibe xwedî gotinek. Me 15 roj ji bo vê kampanyê diyar kiriye, li gora bi rê ve çûnê em dikarin hin jî dirêjtir bikin. Em ê daxwazên xwe bi rêya internetê bigihînin hemû cîhanê. Daxwaza me ew e ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan rabe. Heta ku Rêber Ocalan neyê berdan doza kurd li Bakurê Kurdistanê bi pêş ve naçe.”   ‘AKP JI DERVEYÎ FAŞÎZMA NETEWÎ, FAŞÎZMEKE OLÎ BI KAR TÎNE’   Abdula, destnîşan kir ku armanca girankirina tecrîdê tunekirina bîr û bîrdoziya Ocalan e û ev nirxandin kir: “Dema ku  mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêre, ji serdema Osmaniyan heta niha dewletek faşîst e û qet hestên mirovî û exlaqî pêre nema ne. Ji derveyî faşîzma netewî ya tirk faşizmeke olî ji bi kar tîne. Erdogan dixwaze azadiyê asteng bike, êrîşî her tevgereke demokratîk û aştiyane dike. Li Tirkiyeyê kî azadiyê bixwaze tê girtin. Bi giştî li ser jinan êrîş heye. Aşkera ye ku dewleta tirk, bi girankirina tecrîdê li dijî bîr û baweriya birêz Ocalan e.”   ‘LI BER ÇAVÊ HEMÛ DINYAYÊ JEHRÎ KIR’   Di berdewama axaftina xwe de Abdula got ku Ocalan di her şert û mercan de ji bo aştiyeke mayînde ketiye nav hewlêdanan û wiha pêde çû: “Ji roja ewil ve birêz Ocalan ji daxwaza aşitiyê pêvetir sucek nekiriye. Em bi xwe dizanin gelek caran rastî îşkenceyan hatiye û gelek caran dermanên jehrîkirinê jî danê. Dewleta tirk ev li pêş çavê hemû dinyayê kir.  Di zindanê de pirtûka bi navê ‘Neteweya Demoqratîk’ ku ji bo hemû dinyayê bûye modela altarnatîf nivîsand.  Ev pirtûk bû sedem ku hemû mirov bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn. Dewleta tirk hewl dide vê yekê têk bibe, lê belê heta niha di vê mijarê de serneketiye.”   ‘DIXWAZE DOZA TÊKOŞÎNA KURDAN YA SERBIXWE LI BAKÛR HOLÊ RABIKE’   Abdula, da zanîn ku tecrîd şêwazeke îşkenceyê ye û wiha dawî li nirxandinên xwe anîn: “Partiyên siyasî yên ku hene pêşî lî vê îşkenceyê nagirin, ew kesên wekî me çalakvan dikarin pêşî li tecrîda ku li ser Rêber Ocalan heye bigirin. Mebesta dewleta tirk ew e ku hemû  kesên aştîxwaz bigirin û pişt re jî wekî ‘terorîst’ nîşan bidin.  Bi dehan rêveberên kurdan bi vê politikayê girtine. Ya dûyem ji dixwaze ku doza têkoşîna kurdan a li bakûrê Kurdistanê ji holê rake. Dewleta tirk vê yekê baş dizane ku Ocalan  mifteya aştiyê ye.  Ji ber wê dewleta tirk ne amadeye ku mafê Rêber Ocalan bide.”    MA / Zeynep Dûrgût