Garzan: Protoqola MSD û Rûsyayê bloqa demokrasiyê ye 2020-09-07 09:04:13   STENBOL – Siyasetmedarê kurd Ferman Garzan, diyar kir ku protoqola ku li Moskovê hatiye îmzekirin wê di çareserkirina qrîza Sûriyeyê de bi bandor be û got ku di heman demê de protoqol bloqa demokrasiyê ye.   Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku bi mudaxaleyên hêzên gerdûnî û herêmî ketiye rewşeke ku nikare ji navê bê derketin, 9 salan li pey xwe hişt. Civînên Cenevre, Soçî û Astanayê jî jê re nebûn çare. Mudaxaleyên leşkerî, siyasî û aborî yên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bûn sedema zêdebûna trajediyan. Lêgerînên çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê yên Rêveberiya Xwesar a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.    Di vê çarçoveyê de hefteya borî heyeteke Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku serokatiya wê Seroka Komîteya Birêveberina MSD’ê Îlhan Ahmed dikir çû serdana Rûsyayê. Heyetê, di 31’ê tebaxê de li vir bi Partiya Vîna Gel (HÎP) re ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê  protoqoleke ji 5 xalî pêk dihat, îmze kir. Protoqol ji bo çareseriya leşkerî, siyasî, aborî û rêveberiyê perspektîgeke girîng pêşkêş dike.   GIRÎNGIYA PROTOQOLÊ   Siyasetmedarê kurd Ferman Garzan ku hevdîtinên li Moskovê ji nêz ve dişopîne, derbarê naverok û girîngiya hevdîtinên li Moskovê nirxandinan kir. Garzan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser mudaxaleyên hêzên gerdûnî û herêmî û civînên Cenevre, Soçî û Astanayê ku çareserî bi xwe re nanîn û qala girîngiya Protoqola ku bi garantoriya Rûsyayê di navbera MSD û HÎP’ê de hat îmzekirin, kir. Garzan, rola protoqolê ya di înşakirina Sûriyeya nû de destnîşan kir û got ku armanca bingehîn a protoqolê xizmetkirina demokratîkbûna Sûriyeyê û Destûra Bingehîn e.    WÊ KÊRÎ ÇARESERKIRINA QRÎZA SÛRIYEYÊ BÊ   Garzan, da zanîn ku modêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş dixe dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “MSD li ji sêsêyê yekî Sûriyeyê serwer e. 9 sal in şoreşek tê jiyîn. Pergaleke nû hat pêşxistin. Rêxistibûneke ku hemû gel tevlî dibin hat avakirin. Kurdan pêşengiya demokrasiyê kir. Protoqola Destûreke Bingehîn ku mafê hemû gelan garantî dike, derketina hemû dewletên biyanî ya ji Sûriyeyê û çareseriya bi beşdariya hemû beşên Sûriyeyê esas digire.”    RÛSYA BÛ GARANTOR   Garzan, bi lêv kir ku protoqol ji hikumeta navendî bigire heta hikûmetên herêmî, li ser înşakirina Sûriyeyek çawa radiweste û wiha axivî: “Garantîkirina Destûra Bingehîn a van hemû tiştan dibêje. Dibe ku di mijara pêwîstiya teşegirtina parastin, mekanîzmayên hundirîn, jiyan, aborî, siyasetê de roleke baş bilîze. Ji ber ku bi parçebûnê çareserî pêk nayê Rûsya bû garantorê protoqolê. Ji bo ji holê rakirina talûkeyên li pêşiya Sûriyeyê îmzekirina protoqolê girîng e.”   BLOQA DEMOKRASIYÊ YE   Di dirêjiya nirxandinên xwe de Garzan bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û wiha pêde çû: “Bi feraseta “talan” û “ xanîmetê” bi çeteyan re çareserî çênabe, bi temamî parçebûnê esas digirin. Tu taybetmendiyeke wan a mirovî tuneye, tev di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Tirkiye jî ne ji bo çareseriyê, ji bo kûrkirina qrîzê hewl dide beşeke Sûriyeyê dagir bike. Ji ber van sedeman protoqol girîng e û ji bo berdewamkirina hevdîtinan jî Rûsya bûye garantor. Rûsya piştgiriya protoqolê dike û protoqol danesîna mafê hemû gelan esas digire. Têkoşîneke bi vî rengî dest pê dike. Em dikarin vê weke bloqeke demokrasiyê jî bi nav bikin. Wê ev bloq hem li qada navneteweyî hem jî li herêmê serkeftinên mezin bi xwe re bîne.”   TIRKIYE VALA DERKET   Derbarê astengkirinên Tirkiyeyê jî Garzan, da zanîn ku Tirkiye ji bo astengkirina îmzekirina protoqolê Tirkiye heyet şandiye Rûsyayê lê bi ser neketiye, vala derketiye û derbarê mijarê ev tiş gotin: “Protoqol pêşkêşî heyeta Tirkiyeyê jî hat kirin. Rûsya dixwaze qrîza Sûriyeyê çareser bike û vi beşên ku dixwazin qrîza Sûriyeyê çareser bikin re tevgeriya. Heyeta MSD’ê bi gelek saziyên dewletê û rêxistinên sivîl re hevdîtinan kir û hemû hevdîtin jî bi erênî derbas bûn. Hê jî hevdîtinên heyete didomin.  Beriya niha jî çend hevdîtinên bi rengî çêbûbûn, lê ev cara yekemîne heyet bi awayekî fermî hat vexwendin û bi protoqola dewletê hat pêşwazîkirin. Ev gava destpêkê bû û bi erênî bû. Divê ev baş bê nirxandin.”   HEWLDANÊN RÛSYAYÊ   Garzan, got ku ji destpêkê ve Rûsya xwestiye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî hevdîtinên Cenevre, Soçî û Astanayê bike, lê ji ber astengiyê Tirkiyeyê vê pêk naniye û ev tişt li nirxandinên xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê tu encam ji van hevdîtinan derneket. Armanca piştgiriya Rûsyayê ya vê protoqolê tevlîkirina kurdan a van hevdîtinan e. Lê bele zehmetiyê vê jî hene. Tirkiye bi tevahî li dijî vê dertê. Aşkera li holê ye ku tu civîn bêyî beşdarbûna kurdan nikare bi serkeve.   ‘WÊ SÛRIYEYA NÛ NE BEYÎ KURD BE’   Ji bo pêşaroja Sûriyeyê Garzan, diyar kir ku wê Sûriyeya nû ne bêyî kurd be û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Protoqol ji bo çawaniya cihgirtina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di Sûriyeya nû de roleke hêsanker dilîze. Wê Sûriye nû ne bêyî kurd û statuya wan be. Ev di protoqolê de jî cih digire. Divê bê pêkanîn ku kurd jî tevlî hevdîtinên mîna Cenevreyê bibin. Ev protoqol alternatîfa van hemû civînan e. Muxalîfên ku dixwazin qrîza Sûriyeyê çareser bikin, divê zanibin ku protoqola herî maqûl ev protoqol e. Li gorî vê yekê divê civîn û xebat bên meşandin.”    MA / Îdrîs Sayilgan