Serdana şandeya Tifaqa Kurdîstanî bi hinceta ‘karantînayê’ hat astengkirin 2020-09-07 13:05:18 MÊRDÎN - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civaka sîvîl ên dibin banê Xebatên Tîfaqa Kurdistanî de cih digirin, xwestin malbatên li Sakaryarê rastî êrîşa nijandperest hatin ziyaret bikin, lê eskeran bi hinceta “karantînayê” destûr nedan ku bikevin gund.    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl ên dibin banê Xebatên Tifaqa Kurdîsatanî de cih digirin, xwestin malbatên karkerên kurd ên li Sakaryayê rastî êrîşa nijadperest hatin ziyaret bikin û ji bo vê çûn Tundê Kelekê yê girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê. Lê eskeran bi hinceta gund dibin karantînayê de ye, destûr nedan ku şande bikev gund û bi malbatan re hevdîtinê bike.    KETINA GUND HAT GIRTIN    Berî ku şande ji Amedê bikev rê, eskeran li herêmê û derdora gomên Dêr û Karasû yên girêdayî Kelekê ewlekariyek zêde girtin. Ketina gundê malbatên karkeran bi bariyek û wesayîtên zirxî hatin girtin.  Hin eskeran jî, dibin navê ewlekariyê de kincên parastinê li xwe kiribûn.    Endamên şandeyê, li 2 nuqteyên kontrolê yên li ser rê hatibû danîn hatin rawestandin û konteola nasnameya wan hat kirin. Ligel vê yekê jî, di ketina gund de şande hat astengkirin û bi hinceta “gund dibin karantinayê de” destûr nehat dayîn ku derbasî gund bibe.    LI GUND PÊKETIYÊN VÎRÛSÊ TUNEYE   Welatiyên gund ên kesên di şandeyê de xwe gihandin wan, diyar kirin ku li gund tu pêketiyeke vîrûsê tuneye.   Parlamenterên HDP’ê yên cihê xwe di şandeya Xebatên Tifaqa Kurdistanê de girtin, ligel hemû astengiyan jî xwestin biçin malbatan ziyaret bikin. Lê yaredarên eskerî çardin destûr neda.    Di nava şandeya xwestin malbatan zirayet bikin, nûnerên raydarên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Partiya  Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk-Şoreşger (DDKD) Partiya Mirov û Azadî (PÎA) Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr) û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T) hene.