Li Berwarî teqîn: Şivanek bi giranî birîndar bû 2020-09-07 13:16:14 SÊRT – Li çoltera gundê Husyan a girêdayî Berwarî Hamît Onat ê li ber pezê xwe pê li cîsîmek kir û pê de teqiya ye. Ew şivan bi giranî birîndar bû.    Hat ragihandin ku li gundê Husyan a girêdayî Berwarî ya Sêrtê Hamît Onat ê li ber pezê xwe pê li cîsîmek kir û pê de teqiya ye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; teqîn 3 kîlometre dûrî Qereqola Leşkeran a Husyan rû daye. Hat zanîn ku her du çîmên Onat jê bûne û ew bi giranî birîndar bûye. Onat bi ambûlansa çûye cihê bûyerê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Cizîrê û hat zanîn ku rewşa wî giran e û dermankirina wî didome.