Li Cizîrê kêliyên tundiya polîsan ketin ber kamerayê 2020-09-07 14:51:56 ŞIRNEX - Li Cizîrê, kêliyên di serdegirtina malê û tundiya polîsan a li 3 kesan kirin, bi kamereya ewlekariya malekê hat kişandin. Ferdên malbatê yên rastî tundiya polîsan hatin, bûya jiyan vegotin.   Li Taxa Yafes a girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê, polîsan serê sibê bi ser malan de girtin, Îbrahîm Kizilkaya, Resûl Vesek û Abdulmutalîp Tatîk binçav kirin. Polîsên hêzên taybet ên di dema serdegirtinê de deriyên malan şikandin, ferdên malbatê derb kirin û gef li wan xwarin.    KÊLIYÊN LÊDANÊ KET BER KAMERAYÊ    Tundiya polîsan li welatiyan kir, bi kameraya ewlekariyê ya mala Abdulmutalîp Tetîk ê hat binçavkirin, hat qeydkirin. Di dîmenan de, polîsên hêzên taybet ên bi rûpoş û çekên lûledirêj di destên wan de, birayê Tetîk Kahraman Tetîk ê derê vedike, li ser çongan didin rûnişkandin û berê lûleya çeka xwe didin serê. Yek ji polîsan di wê kêliyê de, pehînê li pişta Tetîk dide. Polîsekê din ê dûre ji malê derdikeve, bi çonga xwe li pişta Tetîk dixe.    DERB Û HEQARET   Polîsên ku gelek deriyan dişkînin û amûrên malbatan belav dikin, heqaretê li malbatan dikin. Hevjîna Tetîk ê hat binçavkirin Bahar Tetîk di serdegirtinê de tiştên jiyan vegot. Bahar Tetîk wiha behsa serdegirtina malê kir: “Saetê 5’ê sibehê hatin. Dengê şikandina derî hat me. Gotin ‘me polîsin’ û derî şikand. Hevjînê min Abdulmutalîp paç ve kelepçe kirin. Bi pehînan li serê wî xistin. Ji min re jî gotin, ‘ne axive, zarokên xwe bibe ba xwe. Hûn terorîstên pîsin.’”   'MAFÊ ME YÊ EM REMÎ BIKIN HEYE’    Tekîn, da zanîn ku polîsan ji wan re gotiye ew li çekê digerin û wiha got: “Deriyê gelek odeyên me şikandin. Ligel ku min ji wan re got ezê kilidî binim jî guh nedan min. Ji min re gotin, ‘Ger tu dengê xwe derbixî ew mafê me heye ku em ew remî bikin. Piştî demekê ji ber ku zarok pir tirsiyan, em şandin qata xwarê. Ji me re gotin, ‘Ma ez we nas nakin? Hûn terorîstên qirêjin. Me gelek terorîstên mîna we dîtine.’ Bi vî awayî heqaret li me kirin. “   Polîsan deriyên malbatên din jî weke yên malbata Tetîk şikandin û amûrên di malan de belav kirin. Hat hînbûn ku 3 kesên hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.