Li Amedê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan 2020-09-07 15:08:22 AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê ragihand ku li Amedê ji ber vîrûsa koronayê 7 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Dr. Mehmet Kan ê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da û balê bikişîne ser xebatkarên tenduristiyê yên ji ber bêtevdîriyê jiyana xwe ji dest dane li ber Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Xebatkarên tenduristiyê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ne mirinê jiyankirinê û bidin jiyandin dixwazin” vekirin û wêneyên Dr. Mehmet Kan hildan.    HÊR KÊLÎ XEBATKAREK BI KORONAYÊ DIKEVE   Hevserokê Şaxa Sendîkaya SES’ê ya Amedê Şiyar Guldîken diyar kir ku ji ber xemsariyan xebatkarên tenduristiyê yek bi yek jiyana xwe ji dest didin û her kêlî hevalek wan bi koronayê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Guldîken got ew ê wek xebatkarên tenduristiyê li cem hev cih bigirin û li dijî van binpêkirinên mafan têbikoşin.    7 XEBATKARAN JIYANA XWE JI DEST DANE    Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Turan jî destnîşan kir ku li Amedê heta niha 7 xebatkarên tenduristiyê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û sedema vê yekê ya herî mezin jî ew e ku ekîpmanên parastinê û tevdîran tune ne. Tûran got ew ji ber mirina hevlên xwe gelek bi hêrs û xemgîn in û xwest şertên xebata kedkarên tenduristiyê were sererastkirin.