‘Bavê min ê 55 salî di bin îşkencê de ye’ 2020-09-07 15:56:58 RIHA - Kurê Hamdûllah Esen bi 2 kesan li Şaxa TEM’ê ya Rihayê ev 4 rojin dibin çavan deye Nîzamettîn Esen, diyar kir ku bavê wî yê 55 salî dibin îşkencê deye û got: “Emê derbarê mijarê de gilî bikin.”    Polîs û eskeran di 4’ê Îlonê de li navçeya Wêranşahir a Rihayê, bi ser malan de girtibûn û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Alîkarî dayîna rêxistinê” Hamdûllah Esen ê 55 salî, Tayîp Temel ê 52 salî û Mehmet Saît Yardimci yê 52 salî binçav kiribûn û biribûn Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Bajêr.    ÎMZEYA ‘ EZ PARÊZSER NAXWAZIM’    Kurê Hamdullah Esen ê dibin çavan de Nîzamettîn Esen, diyar kir ku bavê wî yê nexweşiya tansiyonê pêre heye, hatiye îşkencekirin. Kurê Esen Nîzamettîn Esen ê li gundê Telîk ê girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê dijî, da zanîn ku heya demekê destûr nehat dayîn ku parêzer bi bavê wî re hevdîtin bikin û wiha axivî: “Di dema hevdîtina parêzer de, polîs diçin gel bavê min û destûr nadin ku rewşa xwe ji parêzer re vebêje. Belgeya ‘ez parêzesr naxwazim’ bi bavê min dane îmzekirin.”   ‘BAVÊ MIN DIBIN ÎŞKENCÊ DEYE’   Esen, dest nîşan kir ku bavê wî niha dibin zextan de ye û wiha pê de çû: “Îşkenceyê li bavê min dikin. Wî dibin nexweşxanê, lê bêyî ku bijîşk wî muayene bike, jê re dibêje ‘tiştekê te tuneye’ û wî paş ve dişîne. Parêzer ji min re got, ‘rûyê bavê te werimî bû, şîn bibû, şopên xwînê hebû û ji çonga wî xwîn dihat.’ Dîsa kincên wî çiriya bûn.”   Esen, da zanîn ku ewê derbarê mijarê de gilî bikin.   ‘MUWEKÎLÊ TE NE LI VIRE’   Parêzer Vedat Tosûn jî, diyar kir ku ji bo hevdîtinê bi Esen re bike guh çû Şaxa TEM’ê ya Rihayê û wiha got: “Li miduriyetê polîsan ji min re gotin; ‘Muwekîlê te ne li vê derê ye. Sewqî Edliyê kirine.’ Piştî demekê, dûre hatin gotin îmzeya muwekîlê te heye. Li ser vê yekê min xwest ez bi awayekê rû bi rû hevdîtinê bi parêzerê bikim. Piştî saet 18.00 me nû karî em hevdîtinê bikin. Min bi 3 parêzeran re hevdîtin bi Esen kir. Em dît ku rewş wî xirabe. Ji çonga wî xwîn dihat. Pantolona û gomlekê wî çiriyabûn. Ji me re got, ew niha nikare bi axive, halê wî tuneye ku biaxive û pir hatiye derbkirin. Me jê pirsa te belgeya ‘ez parêzer naxwazim îmze kiriye’ kir. Wî jî got, ev ne raste,  lê niha wisan tê xwestin.  Di heman demê de, me agahiya li hemberî te sûc tê kirin dayê. Ligel vê yekê got, ‘ezê ji ber zextên heyî nekareim alîkariya we qebûl bikim.’”    TUNDÎ LI MEHMET SAÎT JÎ KIRIN    Parêzer Sezaî Akin jî, duh bi muwekîlê xwe yê dibin çavan de Mehmet Saît Yardimci hevdîtin kiribû û ragihandibû ku îşkence li muwekîlê wî hatiye kirin. Prz. Akin, diyar kiribû ku li ser canê muwekîlê wî şopên xwînê hebûn, hin cihên laşên wî şîn û reş bibûn û kincên wî hatibûn çirandin.