Temel ji Wezîrê Dadê pirsî: Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan 2020-09-07 16:12:17     ENQEER – Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û parlamenter Tayîp Temel nedana rojnameya Yenî Yaşamê û rojnameyên muxalîf ji bo girtiyan ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel nedana rojnameyên weşana muxalîf dikin, kovar û pirtûkan ji bo li girtîgehan nadin girtiyan bir rojeva Meclîsê. Temel bi daxwaza bersivîne pêşniyazname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul. Temel ji Wezîr Gul pirsî ku çima rojnameya Yenî Yaşamê û rojanemeyên muxalîf û kovar û pirtûkan nadin girtiyan û xwest pirsên derbarê mijarê de ji wezîr pirsiye werin bersivandin û astengiya li pêşiya dayîna rojnameyan, kovaran û pirtûykan bi were rakirin.