Cerdevan bi hev ketin: Yek jê bi giranî 7 cerdevan birîndar bûn 2020-09-07 16:47:34   ŞIRNEX- Li gundê Milêkerî yê Şirnexê cerdevan bi hev ketin û 7 cerdevan birîndar bûn û kesek jî bi giranî birîndar bû.   Li gundê Milêkerî ya Şirnexê, duh danê nîvro ji ber pirsgirêkeke li ser axê di navbera cerdevanan de gengeşî derket. Di gengeşaya ku veguherî şer de çek hatin bi kar anîn û yek jê bi giranî 7 kes birîndar bûn. Ji heft kesên ku birîndar bûne 6 jê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cerdewanê ku di bûyerê de bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê. Cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê, 12 cerdevanan binçav kirin. Li ser bûyerê lêpirsîn hate dest pê kirin.