Şêniyên herêmê: Cûdî dişewite kî hawara Cûdî dibihîze? 2020-09-08 09:05:26   ŞIRNEX - Çiyayê Cûdî nêzî 3 meh in dişewite. Şewata ku ji hêla welatiyan ve bi derfetên herî kêm ve tê vemirandin û ji ber vê yekê bi hezaran dar şewitîne. Yek ji deverên herî zêde şewatê lê xesar çêkiriye gundê Cifanê ye.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li herêma Şirnexê operasyonên leşkerî bênavber didomîne. Di dema operasyonan de bi sedan hektar qadên bi daristan hatin şewitandin. Bi hevkariya leşker û cerdevanan li gelek deveran dar hatine birîn. Ev oprasyonên leşkerî tesîrek neyînî li ser xwezayê dikin û dibe sedama talana xwezayê. Li herêma Çiyayê Cûdiyê şewata darizanan û birîna daran didome. Welatiyên ku  dixwazin mudaxileyî şewatê bikin jî lê ji hêla rayedaran ji ber destûr nayê dayîn nikarin mudaxileyî şewatê bikin.    Bi rojane herêm dişewite, lê bêdengî ango xemsariya raya giştî ya li hemberî şewatê û birîna daran jî didome. Her wiha şewatên ku ji hêla gundiyan ve bi derfetên herî kêm tên vemirandin, ji hêla rayedaran ve tên astengkirin. Di rojên dawî de li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî dişewitin.    Li gundê Cifanê jinên ku bi derfetên xwe agir vemirandin behsa wê rojê kirin û gotin ku herêm bi zanebûn tê şewitandin û bang li raya giştî kirin ku li hemberî şewatan bêdeng nemînin.    'KÎ HAWARA CUDÎ DIBIHÎZE?’   Ji jinan Kudret Kazan anî ziman ku dewlet bi zanebûn li herêmê şewatê derdixîne û got: "Ev 4 roj bûn herêma me dişewitî, lê kes bi hawara me nehat. Em zarok, jin û ciwan li erebeyên xwe siwar bûn û çûn cihê şewatê. Em serê sibehê çûn û heta seatên şevê em bi vemirandina agir re mijûl bûn. Hindik mabû ku em jî bişewitin. Ji ber ku agir geş dibû û av nebû ku em vemirînin. Me bi axê agir vemirand. Me ji qereqolê re, ji komên agirkuj re û şaredariyê re  telefon kir nehatin. Ji me re gotin ‘Me mijûl nekin.’ Em dizanin kî şewat derxistiye. Em jî vê baş dizanin û ew jî dizanin. Darên me ji hêla cerdevanan ve tên birîn û herêm jî ji hêla leşkeran ve tê şewitandin. Her sal li herêmê şewatê  derdixînin. Em bi şewitandina xwezaya xwe, dar û deviyên xwe xemgîn dibin. Me bênefes dihêlin. Bi kîjan wîjdanê daran dibirin û dişewitînin? Dar zindî ne. Mirov dara nabire û naşewitîne. Dar ji me hemûyan re tiştek hewcedar in. Nêzî 3 meh in Çiyayê Cûdî dişewite lê kes tiştekî nake û ez dipirsim kî hawara Cûdî dibîhize? Bêdengiya we dibe sedema talankirina xwezayê."    ROJÊ 50 EREBE DIÇIN DARAN BAR DIKIN    Gurbet Bîrlîk jî bal kişand ser şewatê û da zanîn ku şewata wê rojê ji hêla jinan ve hatiye vemirandin û wiha got: "Şewateke ne ji rêzê bû. Bi vê şewatê bi hezaran dar û gelek deverên daristan şewitîn. Me her kes jî agahdar kir. Lê kesek bi hawara me ve nehat û dengê me nebihîstin. Xemsar nêzî ax û xwezaya me dibin. Me bi derfetên xwe yên kêm şewat vemirand. Heke rayedaran alîkarî bikira wê ev şewat ewqas belav nebe. Şewat ne bes e, radibin darê me dibirin û dibin difiroşin. Pezê me birçî dimîne bêçilo û bêgiya maye. Rojê 50 erebe tên daran dibin. Herêmê bênefes dihêlin û dikin ku debara me nebe. Em dibêjin divê kes li dijî vê talanê bêdeng nemîne."    JI BER ŞEWATÊ PEZÊ WAN STEWR BÛYE    Sabriye Sayar jî bertek nîşanî helwesta dewletê ya li hemberî şewitandina xwezayê da û wiha got: "Em naxwazin darên me bibirin û xwezaya me bişewitînin. Qey ev dar yên birînê û şewitandinê ne? Dara kizwanê dibire, dara gihûşkê dibire, dara beybûkê dibire. Hemû cûreyên daran dibirin û dibin difiroşin. Birîna daran ne bes e darên me jî dişewitînin. Tiştek ji me re nehiştin. Xwezayê hişk û xalî kirin. Darên me hemû şewitîn. Ev çend rojin em ji qehran nikarin xwarinê bixwîn. Heger dewlet dewlet be pêwîste di rewşên wiha awarte de li hawara xelkê biçe. Rûreşiya herî mezin ew e ku dema dareke zindî li ber çavan bişewite û tu jî li hawara wê neçî ye. Ev ne exlaqî û ne jî wîjdanî ye. Ger ku tu bi saya vê xwezayê şûşeyekî avê vexwî û tu hawara wê neçî, tu bêîmanî û bêwîjdanî. Em nikarin pez bidoşîn. Ji ber ku her dever şewitîye û tiştek tine ye pezê me bixwe stewr bûye. Em vê hovîtiyê qebûl nakin.”    MA / Zeynep Dûrgût