Girtiyê ji sedî 78 astengdare ji ber koronayê nayê dermankirin 2020-09-08 09:56:46   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Sîweregê, Nûrettîn Başaran ê her du lingên wî nagirin û ji sedî 78 astengdare, ji ber hinceta vîrûsa koronayê (Kovîd-19) nayê tedawî kirin.    Nûrettîn Başaran li navçeya Cizîr a Şirnexê, di çarçoveya şahidên aşkere û veşartî yên di dema qedexeyên kerketina kolanan a di navbera salên 2015 û 2016’an de hatibû îlankirin de, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “gefa azadiyê” hatibû girtin û 25 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.    Başaran ê girtî ligele ku rapora wî ya “nikare bi tena serê xwe bimîne” heye jî, di girtîgehê de tê girtin û her roj gozikên lingên wî di werimin. Başaran ê ji ber êş û janê sekin û hedana wî tuneye, dixwaze bê dermankirin, lê rayedarên girtîgehê ji ber hinceta vîrûsa korona (Kovîd-19) wî nabin nexweşxanê û tedawiya wî asteng dikin. Rayedarên girtîgehê ji Başaran re dibêjin, ger wî bibin nexweşxanê, wê piştî nexweşxanê 14 rojan di hucreya yek kesî de di karantînayê de bimîne. Başaran jî ji ber ku nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, neçar dimîne ku çûyîna nexweşxanê red bike. Başaran ji bo bê dermankirin, ji malbata xwe xwest ku çareseriyekê bibînin.   MALBAT BI FIKARE    Malbata, bal kişand ser rewşa tenduristiya Başaran û wiha got: “Her roja diçe rewşa wî girantir dibe. Ji ber êş û janê sekin û hedana wî tuneye. Ji ber vîrûsa koronayê naxwaze piştî nexweşxanê 14 rojan di karantînayê de bimîne. Nûrettîn vê qebûl nake. Ji ber ku bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Di rewşekê wiha de, em dixwazin kesek li gel wî bimîne da ku alîkariya wî bike. Ji bo ku Nûrettîn bê dermankirin dixwaze bê berdan. Ji xwe rapora wî ya nikare di girtîgehê de bimîne heye. Qet nebe bila hepsa malê bidinê. Em ê malê li wî mêze bikin.”