Aktîvîsta Îranî li Tirkiyê hat binçavkirin 2020-09-08 10:02:30   NAVENDA NÛÇEYAN – Hat zanîn aktîvîst Meryem Şerîetmedarî ya yasaya bi darê zorê serî girtinê ya Îranê şermezar kiriye cezayê lê hatiye birîn teqez bûye û li Denîzlî hatiye binçavkirin. Tê gotin dê wê bişînin Îranê.    Li Îranê piştî Şoreşa Îslamê ku sergirtinê kirin yasayek bi darêzorê di sala 2017’an de li dijî wê çalakî dest pê kiribûn û ji ber vê yekê li dehan jin cezayê girtîgehê hatin birîn. Yek ji van jinan jî tê diyarkirin ku Meryem Şerîatmedarî ya ku encamê tevgera bi navê “Keçên Cadeya Înkilapê” ye di sala 2018’an de li paytexta Îranê Tahranê çalakî li dar xistiye û pişt re hatiye binçavkirin.    Piştî rûdana vê bûyerê aktîvîst Şerîatmedarî ji Îranê direve û tê Tirkiyê. Hat gotin Şerîatmedarî ya ev demeke li bajarê Denîzlî ya Tirkiyê dijî û ji bo biçe Ewropa û Amerîkayê li benda vîzeyê bûye.    Rojnamevanek bi navê Peyman Aref li ser hesabê xwe yê medya civakî duh êvarê belav kir ku Şerîatmedarî li Denîzliyê hatiye binçavkirin û wê sewqî Navenda Paşde Şandinê ya Aydinê kirine.    Derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî nehat dayîn û tê diyarkirin ku dê vê aktîvîstê paş de bişînin Îranê.