Gelo armanca bingehîn a dîwarê ku Amedê dabeş bike ewlehî ye? 2020-09-08 10:09:48 AMED – Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Dogan Hatûn, derbarê dîwarê trenê ku bi hinceta pêşîgirtina qezayên muhtemel tê lêkirin axivî û diyar kir ku di 5 salên dawîn de tenê qezayeke bi mirin çêbûye û got ku armanca bingehîn a lêkirina dîwar ewlehî ye.      Lêkirina dîwarê trenê ku wê Amedê dabeş bike û bi qasî 10 kîlometreyan dirêj e, li ser bertekan hat rawestandin. Dîwarê ku lêkirina wî hatiye sekinandin wê bajar seranser bike du beş. Bilindahiya wî bi qasî 70 santîmetre beton e, 170 santîmetre panela çît a qafes e, 50 santînmetre têla bidûzan e. Bi giştî 2 metre û 90 santîmetre bilind e. Her çiqas proje hatibe rawestandin jî nehatiye betalkirin. Weke hincet jî qezayên ku li ser rêya trênê çêdibin tên nîşandan. Lê rêjaya qezayan gelek kêm e. Li gorî daneyên 5’emîn Miduriyeta Rêya Hesîn a Meletiyê, di 5 salên dawîn de 6 peya û 15 jê jî wesayît bi giştî 21 qeza çêbûne û tenê kesek jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî birîndar bûne.   DI QEZAYÊN BI MIRIN DE RÊYA HESIN SÛCDAR E    Ji ber vê sedemê rêxistinên sivîl ên Amedê li dijî lêkirina dîwar in. Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB’ê Dogan Hatûn ku me projeye jê pirsî diyar kir ku hinceta qezayan a Rêyên Hesin ji rastiyê dûr e û wiha got: “Li nav bajar tenê 3 qeza çêbûne. Ji van qezayan 3 birîndarî û mirineke çêbûye. Li Semta Ofisê qet qeza çênebûne. Qezayên ku çêbûne jî ji ber xetayên Rêya Hesin pêk hatine. Xeta ku di sala 1935’an de hatiye çêkirin 65 sal in qet nehatiye nûkirin. Tenê bi awayekî derbasdar projprojeyee rawestandin. Em bi gumanên ku dîsa projeye bidin destpêkirin. Heke wiha nîn be divê wezaret daxuyanî bide. Daxwaza me ev e.”   BAJAR WERDIGUHERÎNIN GIRTÎGEHA VEKIRÎ   Hatûn, destnîşan kir ku bêyî ku nêrîna rêxistinên sivîl ên Amedê bê girtin û pergala civakî-aborî li ber çav bê girtin proja ji aliyê 5’emîn Miduriyeta Rêya Hesîn a Meletiyê ve li ser meseyê hatiye amadekirin û ev tişt got: “Dibêjin vî dîwarî ji bo pêşîgirtina qeza û windabûna sermiyan çêdikin lê li nav bajar tu xebateke fizîbîlîte nekirine û pergala derûnî-civakî-aborî li ber çav negirtine. Rêya Hesin daxuyaniya me destpêkê derewandibû û gotibû ku dîwar lê nakin. Baş e, ev ne dîwar e çî ye? Wê 170 santîmetre panel û 50 santîmetre jî têla bidûzan deynin ser dîwar. Li herêmê têlên bidûzan li girtîgeh û qereqolan tên bikaranîn. Ev jî tê wê wateyê ku dixwazin vî bajarî biguherînin girtîgeha vekirî.”   PROJE BAJAR DABEŞ DIKE   Di berdewamê de Hatûn, destnîşan kir ku dîwar bi armanca “ewlehiyê” tê lêkirin û derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Di rastiyê de ev proje bi armanca ewlehiyê tê çêkirin. Wê gelê vî bajarî ji hev bike du beşî. Bi awayekî profesyonelî li ser projeye xebat hatiye kirin. Proje di odeyeke tarî ya odeyekê de hatiye xêzkirin. Divê siyasetmedar li ser vê plana veşarî biaxivin û şîroveyan bikin. Bi projeyên bi vî rengî çavkaniyên aboriyê yên bajar jî tên xeritandin. Li ser dîwarê 10 kîlometreyî dibistan hene. Tenê bi pirekê rê ji xwendekaran re tê veqetandin. Mînakên projeyê li tu dera cîhanê tuneye. Divê rêya hesîn derkeve derveyî bajar.”