Çolterên Amediyê û Dihokê hatin bombebarankirin 2020-09-08 13:02:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên aîdê TSK'ê gelek qadên çolterên Dihok û Amediyê bombebaran kirin.    Balafirên şer ên aîdê Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) gelek qadên girêdayî çolterên Dihok û Amediyê yên Herêma Federe ya Kurdistana Îraqê bombebaran kirin. Li gorî nûçeya ROJnewsê derbas kir, di nava cihên hatin bombebarankirin de, herêma Zengel û Kanî Masî yên gelek sivîl lê hatibûn qetilkirin jî, hene. Hat diyar kirin ku ji ber bombebarana zêde, li herêmê agir bi daristanê ket.