Baroya Mêrdînê: Walî bandorê li ser lêpirsînê dike 2020-09-08 13:06:51   MÊRDÎN – Baroya Mêrdînê û Amedê bi hevparî têkildarî karkerên kurd ên li Sakarya êrişî wan hat kirin raporek eşkere kirin û diyar kirin ku li şûna dozger lêpirsîn bike walî û burokrat lêdipirsin û ev rêbaz bandorê li pêşiya lêpirsînek bi bandor dike.      Karkerên kurd ên ji navçeya Şemrexa Mêrdînê di 4’ê îlonê de li Sakaryayê dema findiq berhev dikirin bi êrişek nijadperest re rûbirû mabûn. Baroya Mêrdîn û Amedê têkildarî êrişê rapora amade kiribûn bi raya giştî re eşkere kirin. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroyê Kemal Erdem bi hev re daxuyanî dan û diyar kirin ku di qonaxa lêpirsînê de walî mudaxile kiriye.    Îsmaîl Elîk da zanîn ku ew carek din êrişa li Sakaryayê şermezar dikin, dê dozê her bişopînin û ew hêvî dikin ku bûyerên bi vî rengê êdî neqewimin.    WALÎ DI ŞÛNA DOZGER DE DIXEBITE    Piştî Elîk, Endamê Komîsyona Mafê Mirovan parêzer Kemal Erdem rapora ku li gel Baroya Amedê amade kiribûn eşkere kir û kêliya ew çûne qereqolê bi astengiyan re hevrû mane. Erdem anî ziman ku hevpîşeyên wan bi heqaret û tacîzên esker û polîsan re rûbirû mane û li pêşiya wezîfeya parêzeran bûne astegn. Erdem destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî hevpîşeyên wan bi paş ve gav neavêtine û got: “Li ser israra hevpîşeyên me polîs û esker neçar mane bi paş ve gav biavêjin. Di kêliya ku îfadeyên mexdûran dihat girtin de, waliyê Mêrdînê û qeymeqamê navçeyê û gelek wezîfedarên payebilind ên Mêrdînê hatine yekîneya ewlehiyê û bi mexdûran re hevdîtin kirine û di encama van hevdîtinan de navber dane îfadeyan. Li şûna ku dozgerên komarê amade bin lê ew li wir nehatine dîtin.”    ‘WALÎ BANDORÊ LI SER LÊPIRSÎNÊ DIKIN’    Erdem diyar kir ku di çend salên dawî de li Sakaryayê êrişên nijadperest û lînckirin li ser hev pêk tê û got: “Di kanûna 2018’an de Kadîr Sakçi ji ber bi kurdî axivî hatiye kuştin û lawê wî Bûrhan Sakçi jî bi giranî hatiye birîndarkirin. Her wiha di tebaxa 2019’an de Şîrîn Tosûn ê ji Amedê bi boneya silava bi kurdî daye û kurdî axiviye hat kuştin. Armanca me ne ew e ku em tevahiya wî bajarî sûcdar bikin, lê em dixwazin pêşî liv an êrişên nijadperest were girtin. Têkildarî bûyeran wesfa edlî li ber çavan nehatiye girtin, li şûna dozgeran bi piranî walî daxuyanî dide û bûyerê ji rastiya wê dûr tê xistin, bandorê li ser lêpirsînê dikin û lêpirsînê araste dikin. Di bûyera herî dawî de li şûna dozgeran walî û wekîlên wî bajarî daxuyanî dane û diyar kirine ku ne êrişek nijadî bûye û êrişê bi aliyek din ve birine. Ev ne bes e yên bûyerê rexne kirine jî wan di bin tohmetê de hiştine.”   METAFORA ‘BIRATÎ Û GOŞT-NEYNÛK’    Erdem da zanîn ku ev êrişên nijadperest ji ber zimanê cudakar û dubendî yê siyasetê zêde dibin û ji ber rayedar rastiya bûyerê nabêjin ji bûyerek din re zemîn tê amadekirin. Erdem got metafora “biratî û goşt-neynûk” tenê li ser gotinê dimîne û ev yek jî pirsgirêkê çareser nake û kûrtir dike.