HDP: Destê xwe ji bestika karkeran vekişînin 2020-09-08 13:31:57 ENQERE – MYK’a HDP’ê derbarê êrişan li hemberî ESP’ê û Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt got: “Destê xwe ji bestika muxalîf û şoreşgeran bikişînin. Dawî li operasyonên qirkirinê yên li derveyî hiqûq û ehlaqê pêk tînin bînin.”  Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê, derbarê operasyona li hemberî Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû jî di nav de ku 14 kes hatibûn binçavkirin de daxuyaniyeke niviskî da. Di daxuyaniya ku têde hat gotin, “Em bang li hikumetê dikin: Destê xwe ji bestika muxalîf û şoreşgeran vekişînin” ev tişt hat gotin: “Dawî li operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li derveyî hiqûq û ehlaqê pêk tînin, bînin.”   ‘EM WEKE DUH LI SER PIYA NE’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilata AKP-MHP’ê hewl dide hemû kesên ku daxwaza demokrasi, azadî û maf dikin bitepisîne û mûxalîfan bêdeng bike û ev tişt hat gotin: “Her roj li her derê kurd, sosyalîst, şoreşger, jin, ciwan û muxalîf bi senaryoyên kirêt ên ku li ser meseyê tên amadekirin hedef tên girtin. Em ê weke duh îro jî li dijî polîtîkayên çongşikandinê bi têkoşîna xwe ya hevpar li ser piya ne.”   ‘EM Ê TEQEZ QEZENC BIKIN’    Di bedewama daxuyaniyê de hat xwestin ku Sedat Şenoglû û hemû rêveberên ESP’ê yên hatine binçavkirin bên berdan û ev tişt hat gotin: “Bi zêdebûna zilm û polîtîkayên we yên faşîzane wê wêrekî û biryardariya têkoşîna me ya demokratîk jî zêde bibe. Em bang li raya giştî û muxalefeta civakî jî dikin ku dengê xwe li dijî vê polîtîkaya tepisandinê ya desthilatê derxin. Em ê tenê bi têkoşînê li hemberî van polîtîkayan bi serkevin.”