Zilamê ku Yoldaş qetil kir hat girtin 2020-09-08 14:20:54   AMED - Firarê girtîgehê Veysî Yoldaş ê  li Yenîşehîrê hevjînê xwe Remziye Yoldaş qetil kir, li Îzmîrê hatibû binçavkirin û piştî polîsan ew anîn Amedê derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn.    Li Taxa Azîziyê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, firarê girtîgehê Veysî Yoldaş di 28’ê tebaxê de hevjîna xwe Remziye Yoldaş a 29 salî qetil kir û dûre serwinda bû. Veysî Yoldaş, di encama lêgerînê de, li navçeya Konak a Îzmîrê di mala xwe tê de veşartî bû, hat binçavkirin.     Polîsan dûre kujer Yoldaş anîn Amedê. Piştî îfade dayîna wî bi dawî bû sewqî edliyê hat kirin. Dadgehê derbarê Yoldaş de biryar girtinê da û şand girtîgehê.   Hat hînbûn ku Remziye Yoldaş berî 6 rojan bê kuştin, çûye qereqolê û derbarê kujer de gilî kiriye. Li ser vê yekê ji bo wê biryara parastinê hatiye dayîn. Lê roja ku Yoldaş hat qetilkirin, polîsên ku diviya bû wê biparêzin, piştî 45 deqan hat cihê bûyerê.     Hat diyar kirin ku kujer Veysî Yoldaş ji dizitî û birîndarkirina mirovan 20 qeydên wî yên sûcdariyê hene û piştî 9 salan di girtîgehê de dimîne, sewqî girtîgeha servekirî tê kirin. Hat îdîakirin ku gardiyenan alîkariya Yoldaş kirine ku ji girtîgehê bireve.