Doza ‘wêneyê albûmê’ li Ferhat Tûnç hat vekirin 2020-09-08 14:21:36   STENBOL – Derbarê hunermend Ferhat Tûnç de bi boneya wêneyê albûma wî ya “Sirûd û Zêmar” û parvekirinên medya civakî dozek nû lê hat vekirin.    Hunermend Ferhat Tûnç ji gelek dozên derbarê wî de hatine vekirin tê darizandin. Lê lêpirsîn li ser lêpirsînê derbarê Tûnç de tên vekirin û vediguherin dozan. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Tûnç de bi boneya wêneyê pêşengên tevgerên ciwanên şoreşger ên Tirkiyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya li ser albûma wî dawî ya bi navê “Sirûd û Zêmar” hene wek sûc dîtiye û îdianame amade kiriye. Dozgeriyê her wiha parvekirinên medya civakî jî li dosyeyê zêde kiriye. Îdianame ji aliyê 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hat pejirandin û dadgehê vê dosyeya Tûnç bi dozek wî din ve kir yek.    Tûnç têkildarî doza derbarê wî de hatiye vekirin axivî û diyar kir ku dixwazin bi van dozan hêvî û armanca wî bişkînin û albûma wî ji zêmarên 30-40 berê pêk tê û wêneyê albûma wî jî wê demê tîne ziman. Tûnç got ew ê dest ji nirxên pê bawer e bernede.