Dozger xwest rojnamevanên ji doza MÎT’ê tên darizandin werin cezakirin 2020-09-08 14:52:57   STENBOL - Dozgerê doza rojnamevanên ji lêpirsîna merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê tên darizandin beriya danişînê biryara xwe eşkere kir û ji her rojnamevanek re ji 8 salan heta 19 salan cezayê girtîgehê xwest.      Dirizandina rojnamevanên ji ber ku merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê miribû kirin nûçe didome. Rojnamevan Bariş Pehlivan, Murat Agirel, Hulya Kilinç girtî tên darizandin û rojnamevan Bariş Terkoglû, Mehmet Ferhat Çelîk, Aydin Keser, Eren Ekîncî û Erk Acarer yê li derveyî welat jî negirtî tên darizandin. Danişîna duyemîn a dozê sibê li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê tê dîtin. Rojek beriya danişînê dozger biryar ango mutalaya xwe ya ji 18 rûpelan pêk tê pêşkêşî dadger kir. Dozgr di biryara xwe de ji bo her rojnamevanek ji 8 salan heta 19 salan cezayê girtîgehê xwest.