Malbata Gulîstan Doku çalakiya xwe dewam kir 2020-09-08 17:04:46 DERSIM -  Malbata Gulîstan Doku, çalakiya xwe ya ku li Qada  Seyît Riza dane destpêkirin di roja 2'emîn de berdewam dikin.    Ji 5'ê Çileyê ve ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku agahî jê nayê girtin. Pîştî ku lêgerîna Doku ya di  nava Gola Bendava Uzunçayirê bi dawî bû, malbata Gulîstanê li Qada Seyît Riza ya li Dêrsimê dest bi çalakiya Rûniştinê kir. Ji bo ku lêgerîna li Gulîstanê berdewam bike çalakiya ku ji aliyê malbatê ve hat destpêkirin li gel êrîşa polîsan di roja 2'emîn de berdewam dike.   Ji ber çalakiya ku tê kirin duh dayik û xuşka Gulistanê bi lêdanê hatibûn binçavkirin û îro jî polîsan li bavê wê de. Li bendê ye ku malbat di saetên pêş de daxuyaniyê bide.