Di doza Sûrê de cezayê muebetê 2020-09-08 21:16:18   AMED – Di Doza Sûrê de bi tawanbariya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û welat" cezayê muebetê û bi tawanbariya "kuştina peywirdarê cemaweriyê" 10 sal û 10 meh ceza li Mehmet Şîrîn Arat hat birîn.    Di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2016'an de li navçeya Sûr a Amedê de hatibû îlankirin, gelek kes mexdûr mabûn. Ji van kesan 26 jê girtî der barê 47 kesan de bi îdiaya "xirabkirina yekpareyî û yekîtiya dewletê" û "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê hatibû vekirin. Dû re Doza Sereke ya Sûrê hatibû tefrîkkirin. Îro danişîna 6'an Mehmet Şîrîn Arat hat lidarxistin. Arat û parêzerê wî Aydin Altaç tevli danişînê bûn.    Meqama îdiayê xwest Arat bi sûcê "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û welat" û "kuştina peywirdarê cemaweriyê" bi muebeta giran bê cezakirin.    Arat jî li dijî mutaalaya dozger parêzî kir û tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekir. Her wiha Arat, di parêziya xwe de destnîşan kir ku gava ji herêma pevçûnê derketine Fermandarê Alaya Yekemîn bi darê zorê dîmenên wan girtine û got, ev dîmen wekî senaryiya hêzên dewletê hat girtin. Arat got: "Jixwe di wêneyan de xuya dike. Em bi xwe hatin cem tanqê. Ên îfade dabûn diyar kiribûn ku bo darê zorê îfade dane. Kesên min ew nas kirine, ez teşxîs kirime. Min ev teşxîs xwest, lê serokê dadgehê li ser navê te got 'teşxîs tuneye.' Ez doz aberdan û beraatê dikim."    Parêzerê Arat Altaç jî destnîşan kir ku li holê tiştek tuneye ku muwekîlê wî çek teqandiye û got: "Muwekîlê min ji bo wêneyên hatine şandin bi awayekî samîmî got, ev wêne yên min in. Di sûcde divê kiryara hatibe kirin diyar be. Û divê pêwendiya kes û çalakiyê pev re bê danîn. Em dixwazin muwekîl bê berdan û beraatkirin."    Heyeta dadgehê bi tawanbariya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê û welat" cezayê muebetê û bi tawanbariya "kuştina peywirdarê cemaweriyê" 10 sal û 10 meh ceza li Mehmet Şîrîn Arat hat birîn.