Kızılkaya yê HPG’î spartin axê 2020-09-08 23:40:59   AMED - Malbata Kizilkaya, cenazeyê lawê xwe Sefa Kizilkaya yê HPG’î, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê spart axê.   Malbata Kizilkaya, cenazeyê lawê xwe Sefa Kizilkaya yê HPG’î ku di 13’ê Tebaxê de li Bedlîsê di êrîşeke hewayî de tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê spart axê. Malbat û rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyî bûn.   Hat hînbûn ku Malbata Kizilkaya piştî ku pêhesiyaye kurê wan jiyana xwe ji dest daye, di 7’ê Îlonê de ji Amedê çûye Bedlîsê. Dû re malbat, ji bo teşhîskirina cenaze serî li dozgeriya Bedlîsê daye û li wir lawê xwe teşxî kiriye. Ji ber ku rayedaran cenaze şandibûn Wanê, dozgerî jî ji bo malbat cenazeyê lawê xwe bigire berê malbatê daye Wanê.   Piştî ku malbatê kar û barên ji bo cenaze temam kirin, cenaze ji Goristana Bêkesan a Wanê girt û îro anî Amedê. Malbatê cenaze ji Wanê heta Amedê di bin kontrola polîsan de anî.   Malbatê piştî ku wecîbeyên olî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl pêk anî, cenazeyê lawê xwe bi şev di bin dorpêça polîsan de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê spart axê.