Karê wan li gor awayê pevguherandinê ye 2020-09-09 09:12:21   WAN - Yûsûf Ulken ku tevî birayê xwe etariyê dike, anî ziman ku ji dêvla pereyan bi awayê pevguherandinê alvêrê dikin.    Yûsûf Ulken û birayê xwe ku bi salan e li taxên girêdayî Wanê û navçeyên wê etariyê dke, bi usûla pevguherandinê alvêrê dikin. Ulken û birayê xwe titên xwe bi penêr, pincar, mirîşkên sax û şîlankan didin. Yusuf Ulken, anî ziman ku bi salan e bi vî hawî etariyê dike.    PEVGUHERANDIN    Ulken, anî ziman ku etarî çavkaniya wan a debarê ye û got, ji dêvla pereyan bi awayê pevguherandinê alvêrê dikin. Ulken got: "Wê çaxê di destê şêniyên taxê de çi hebe, wan tiştan didin me. Em jî beramberî wan tiştan eşyayan didin wan. Em herî zêde şîlankan werdigirin. Ji ber ku şîlank li her derî hene, şêniyên taxan bi rihetî dikarin ber hev bikin. Piştî em şîlankan hişk dikin em wan li em xwe dihêlin. Em bi firotina şîlankan debara xwe dikin."    Ulken, bal kişand ser fêdeya şîlankan jî û got, nexasim jî zivistanê vîtamîn e û bi kêrî gelek nexweşiyan tê.