Erdemol: Tirkiye polîtîkayeke ne serî û ne binî diyar e dişopîne 2020-09-09 10:38:06   STENBOL - Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, diyar kir ku polîtîkaya derveyî ya Tirkiyê polîtîkayeke ku ne serî diyar e ne jî binî diyar e dişopîne û got: "Beriya her tiştî divê dev ji vê polîtîkaya ku jê re dibêjin proaktîk bê berdan."   Ev çend salên dawî AKP û şirîkê wê MHP, ji ber polîtîkayên xwe yên navxweyî û derve pir tengijîne. Li Sûriye, herêma Kurdistana Federe, li Lîbyayê û Rojhilatê Behra Spî di nava krîz û pirsgirêkan de maye û her diçe polîtîkayên ku van krîz û pirsgirêkan kûrtir dikin dixe dewrê.     Rojnamevan Mûstafa Kemal Erdemol, polîtîkayên derve yên AKP'ê nirxandin.   Erdemol, anî ziman ku polîtîkaya derveyî ya niha tê meşandin a dema Wezaretiya Karên Derve ya Ahmet Davûtoglû ye û got, ev yek jî wekî proaktîf hatiye binavkirin. Erdemol, anî ziman ku heya serdema Davûtoglû, di polîtîkaya derveyî de pîvana mudaxilekirinê tunebû, gava bûyer biqewimiya wê mudaxile bihata kirin. Erdemol got: "Lê piştî vê pêvajoyê, ev yek hat çalakkirin. Lê nebû. Her wiha ev yek di heman demê de li dijî polîtîkaya derveyî ya kemalîst jî tê wateya îtirazekê. Ev, xwe bera nava sînorên Mîsaki Mîllî'yê kirin. Yanî Tirkiye polîtîkayeke zenûn esas girt. Wê demê gotin 'niha dem dema çalakbûnê ye û rabûn polîtîkayeke proaktîf dan destpêkirin."   NAVBERA WÊ Û CÎNARÊN WÊ   Erdemol, bibîr xist ku liv û tevgereke li gor polîtîkaya ku navbera Tirkiye û cînarên wê xera nebe hebeû, lê belê di pratîkê de ev ye pêk nehat û niha navbera Tirkiyeyê û tu cînaran nebaş e. Erdemol, anî ziman ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin li ber çavan e û got: "Mesela li Sûriyeyê bi welatên ku li ber polîtîkaya cîhanêr adibin re tifaqekê çêdike. Li Sûriyeyê, li dijî DYA'yê tifaq bi Rûsyayê re çêkiriye lê Lîbyayê jî hema bibêje li cem Amerîkayê ye. Niha li ber çavê me Tirkiyeyeke ku polîtîkayeke ne serî diyar e ne jî binî bi rê ve dibe, heye."   Erdemol, anî ziman ku polîtîkaya ku Tirkiye bi rê ve dibe bi tu awayî bi ser neketiye û got: "Yanî polîtîkayeke 'ez bi wî re û bi wî re debara xwe bikim' tuneye. Mînak, meseleya S400 û F35'an. Dibêje 'DYA, li Sûriyeyê hesasiyetên min esas nagre. Bêtir piştgiriyê dide kurdan. Nexwe ez û R»sya jî em ê li hev bikin û ez ê S-400'an bikirim.' Dû re tiştekî dinê dibîne û hewl dide F-35'an bikire. Te S-400 ji Rûsyayê kirîn, lê tu yê li hemberî kê bi kar bînî? Tu yê rabî li dijî NATO'yê bi kar bînî? Wê nehêlin. Niha daxuyanî tên dayîn. Dibêjin, 'Me dev ji S-400'an bernedaye.' Temam, we dev jê bernedaye lê hûn ê li dijî kê, bi çi awayê, li kû derê û ji bo çi bi kar bînin. Nexwe te ji bo çi ew kirîne? Gava mirov li van tiştan dinêre, aşkere ye ku polîtîkaya derveyî ne polîtîkayeke serketî ye."   NESERKETIN   Erdemol, anî ziman ku neserketina polîtîkaya derveyî ya Tirkiyeyê di çîroka Lîbyayê d ejî xwe dide der û got, hikûmeta ku Tirkiye li cem wê bû, demek berê çû bi hikûmeta dinê e li hev kir. Erdemol, anî ziman ku di navbera her du aliyan de hin pirsgirêk derketin holê, lê belê cardin jî gavine girîng hatine avêtin. Erdemol got: "Tirkiye li wê derê qaşo leysaz e, lê belê hikûmeta ku piştgiriya wê dike bêyî wê diçe bi hikûmeta din re li hev dike. Nexwe divê bê pirsîn ev polîtîkayeke çawa ye? Yanî ne wehce ye li wê derê be. Lê madem tu li wir î, nexwe çima tu lsîtikên werê ecêb ecêb dilîzî? Yanî di vir de neserketinek heye. Sarraç hatiye Tirkiyeyê wekî telîmatan digire. Sarraç tenê piştgiriyê ji Tirkiyeyê nagire. Lê belê çapemeniya AKP'î wekî Sarraç tenê girêdayî Tirkiyeyê ye îmajina dide der."   JI BER TIRSA KURDA   Her wiha Erdemol bal kişand ser hevdîtina heyeta Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî. Erdemol got: "Cîhan hemû HSD'ê nas dike. Lê Tirkiye bi israr jib o HSD'ê dibêje PKK-PYD. Halbûkî kes wekî Tirkiyeyê binav nake û dibêje Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Tirkiye bi şêweyeke wisa deriyên xwe digirin. Helwesta Rûsyayê ne helwesteke nû ye. Çendî ku Rûsya bibêje 'ez hesasiyetên Tirkiyeyê esas digirim' jî lê neda dû polîtîkayeke ku derî li ser kurdan bigire. Ji zû de ye ku li Moskowê buroya YPG'ê heye. Rûsya, baş dizane ev li Sûriyeyê xwedî hêzeke qewî ne. Ev diyardeyek e, ne tiştekî ku bê înkarkirin. Hûn nikarin wekî hêzeke ku tenê bi DYA'yê re pêwendiyan datîne li HSD'ê mêze bikin. Tu jî destê xwe dirêjî wan bike, bila ew jî bi te re hereket bikin. Jixwe jid estpêkê ve tê zanîn ku HSD dixwest ew û Tirkiyeyê li hev bikin. Bi awayekî demokratîk tim û tim ev yek bi kar anî. Ê vê yekê red dike Tirkiye ye. Aha ew tirsa kurdan a qedîm, dike ku ev kes wisa hereket bikin."   Her wiha Erdemol anî ziman ku hem di warê dîplomatîk de hem jî li qadê destkeftiyên HSD'ê hene û got, wê ji bo van destkeftiyan jî binyateke ku li navenda wê kurd hene bê avakirin. Erdemol, anî ziman ku êdî divê Tirkiye vê yekêq ebûl bike û got, li Sûriyeyê êdî kurd ne kurdên berê ne û dibe ku li wir dewleteka kurdan çênebe lê wisa xuyaye wê li Sûriyeyê tiştekî weke federasyonê çêbibe. Erdemol got: "Mesele ev e; bila DYA vê yekê bike an Rûsya û Sûriye? Nexwe divê Tirkiye tercîha xwe li gor vê bike."   Herî dawî Erdemol, denîşan kir ku Tirkiye divê hem ji Lîbyayê hem jî ji Sûriyeyê vekişe û got, divê polîtîkayên heyî demildest bên terkkirin. Erdemol got: "Heger dilê te hebe tu li Rojhilatê Behra Spî heqê xwe bi dest bixî, nexwe ev ne tiştekî bi çekê ye. Divê dev ji van polîtîkayan bê berdan. Lê binêrin, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Tirkiye li hev nakin. Tu nikarî bi kurdên Iraqê re li hev bikî. Ji ber ku tu li dijî kurdên wê derê yî, navberekê te û hikûmeta navendî li hev kiribû. Niha tu û wê jî nikarin li hev bikin. Divê bê pirsîn ev polîtîka xizmeta çi dikin? Beriya her tiştî divê demildest dev ji van polîtîkayên jê re dibêjin proaktîf bên berdan."   MA / Ferhat Çelîk