Hevjînê berê yê Emîne Demîr cezayê muebbetê xwar 2020-09-09 11:54:05   MERSÎN – Habîb Demîr ku hevjîna xwe ya berê Emîne Demîr (39)  kuşt, cezayê muebbetê xwar.    Di 18’ê kanûna 2019’an de Habîb Demîr (43) li taxa Mesûdiye ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê hevjîna xwe ya berê Emîne Demîr (39) a dayika 6 zarokan kuşt. Daneşîna doza Habîb Demîr li 10’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mersînê hat dîtin. Heyeta dadgehê, bi sûcdariya “hevjîna xwe mexsûs kuştiye” cezaya muebbeta giran li Demîr birî û cezayê wî danexist.