Şewata li Çiyayê Cûdî didome 2020-09-09 13:44:09   ŞIRNEX – Şewata ku 7 deverên cuda yên Çiyayê Cûdî derketibû xwe bi xwe vemirî. Lê belê vê carê li gundên Nêvaqara û Cifanê şewat derket û belav dibe.      Şewata li gundên Gundikê Melê, Gundikê Remo, Nêvana, Gundikê Spîndarûkê û Benavyayê yên Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî dest pê kiribû xwe bi xwe tefiya. Lê belê vê carê li gundên Nêvaqara û Cifanê yên bi ser navenda Şirnexê ve agir bi daristanê ket û şewat gûr dibe. Hat zanîn ku heta niha kesî mudaxileyî şewatê nekiriye û her ku diçe li herêmê belav dibe. Sedema derketina şewatê nayê zanîn.    Li aliyê din li ser medya civakî bi taga #Cudialevalevyaniyor hat destpêkirin û bertek nîşanî nemudaxilekirina şewatê hat dayîn.