Walîtiyê çalakiya Federasyona Şoreşgerên 78’an asteng kir 2020-09-09 14:14:54   ÎZMÎR - Federasyona Şoreşgerên 78’an, pêşandana xwe ya ku plan kiribû di çarçoveya 40’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de vebike, ji ber mudaxaleya Walîtiya Îzmîr paş de xist.    Federasyona Şoreşgerên 78’an, ragihand ku çalakiyên xwe yên ku plan kirine bi Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di çarçoveya 40’emîn salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de li dar bixin paşde xistine. Federasyonê, diyar kir ku ji ber zext û astengiyên Walîtiya Îzmîrê neçar mane ku bernameya xw ya vekirina pêşandanê paşde bixînin.