Li Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyek hat dîtin 2020-09-09 14:25:55   ÊLIH – Li taxa Bahçelîevler a Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyê aydê zilamekî hat dîtin.    Li taxa Bahçelîevlerê ya Êlihê di avahiyek xopan de cenazeyê aydê zilamekî hat dîtin. Welatiyên derdorê agahî dan xebatkarên tenduristiyê û polîsan û hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolîna polîs û tenduristvanan de eşkere bû ku cenaze aydê Veysel T. ê 61 salî ye. Pişt re cenazeyê welatî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê.