Parlamenter Aydemîr: Xizmet naçe gundên elewiyan 2020-09-09 16:53:21   ÇEWLIK – Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr, pirsgirêkên k udi serdana xwe ya bajar de tespît kir, ragihand û diyar kir ku xizmet naçe gundên elewiyan.   Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr, derbara serdana bajarê xwe Çewlikê û navçeyên wê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser pirsgirêkên welatiyan ên li bajar. Aydemîr, diyar kir ku firinên nan ji zeman û esnafên kiraatxaneyên girtî ji ber negirtina piştgiriya ji dewletê bi gazind in.    XIZMETÊ NADIN ELEWIYAN   Aydemîr, destnîşan kir ku pirsgirêkên welatiyên ku çavê wan nabînin li bajar didomin û mafê wan ê qertê bê pere yê rêwîtiyê hatiye xespkirin û derbarê pirsgirêkên welatiyên ewlehî jî ev tşt anî ziman: “Xizmet naçe gundên elewiyan ên li bakurê bajar dikevin. Mexdûrên erdheja 14’ê hezîrana 2020’an ên li vê herêmê pirsgirêkên wan ên axur û malan didomin. Bi destpêka sermayê re ev welatî dê gelek zehmetî bikişînin.”   ‘NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN’   Derbarê rewşa vîrûsa koronayê ya li bajar jî Aydemîr, da zanîn ku di mijara testan de gelek kêmasî hene û wiha got: “Paqijî tuneye, rojên ku germ derket 38 pîleyan nexweş di bin kona de terkî mirinê hatin kirin. Destpêkê divê testên xebatkarên tenduristiyê bê kirin. Divê nexweşxaneyeke pandemiyê li bajar bê çêkirin.”