Cûdî 3 mehin dişewite: Nehêlin bênefes bimîne 2020-09-10 09:58:29   ŞIRNEX - Li quntarên Çiyayê Cûdî şewata pel bi pel belav dibe. Jinên Şirnexî, bertek nîşanî nevemirandina şewatê dan û gotin: "Tişta ku dişewite ne Cûdiye, wîjdana mirovahiyêye.”         Li herêma Çiyayê Cûdiyê  şewat  didome. Şewata ku  li gundên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê, Cifanê, Nevaqara u Avgamasya rû dabû berdewam dike. Li herêmê şewatek vemire, yeke din destpê dike. Şewata ku ji hêla rayedaran bi tu awayî nayê vemirandin jî dibe sedemê bertek û nêrazîbûnan. Heta niha ji ber şewatê bi sedan dar, bax û bostan şewitan. Li herêmê welatiyên ku bi sewalkarî û cotkariyê debara xwe dikin îsal ji ber şewatan bi zirareke mezin re rû bi rû man. Jinên ji gundê Avgamasya ya Şirnexê bertek nîşanî nevemirandina şewatê dan û  hêlîna mirovahiyê dişewite, deng bidin.    ‘ŞEWATA CUDÎ ŞERMA MIROVAHIYÊYE’   Ji jinan Asya Gûnge, anî ziman ku kesên ku li hemberî vê şewatê bêdeng dimînin ne xwedî wijdan in û wiha axivî: "Agir bi kezwanên me, mêşên me yên hingiv û her tişteke me şewitandin. Em ne dikarin sewalkariyê bikin, ne jî dikarîn çandiniyê bikin. Cûdî deriyê xwe ji mirovahiyê re vekiriye. Hewceye ku herkes li hemberî vê dengê xwe bilind bike. Dema ku em dibînin Cûdî dişewite, em ji pê re dişewitîn. Em dixwazîn biçîn vemirînin, lê destûr nayê dayîn. Em dikin hawar kes hawara me nabihîze. Ev 3 mehin Cûdî li ber çavê mirovahiyê dişewitiye. Herkesî xwe ker û lal kiriye. Şewata Cûdî şerma mirovahiyêye.”    ‘BILA CÛDÎ BÊNEFES NEMÎNE'   Fatma Aksak jî, bal kişand ser şewata li Çiyayê Cûdî û wiha got: "Cûdî wîjdana mirovahiyê ye. Cûdî cih û warê mirovahiyê ye. Em dixwazin ev şewata ku mirovahiyê dişewitine bê vemirandin. Debara  welatiyên ku li gundên derdora  Çiyayê Cudî dijîn li ser sewalkarî. Mêşên gundiyan hemû şewitîn. Her tiştekê me şewitî. Kes vê hawara me nabihîze. Em dixwazîn biçîn vemirînin, lê destûr nadin ku em biçin vemirînin. Ger hiştibûna ku em biçûna qet nedibû, me dikaribû darek rizgar bikira. Ez duh saet 02.00 şevê rabûm, min pace vekir bêhna dû dihat. Ez çûm ser banî min lê mêze kir mirov nedikarî ji ber dûmanê çavê xwe veke. Nexweşiya penceşêrê bi min re heye. Min nedikarî nefes bidim û bistînim. Bila cîhan şewata li ser axa me bibîne û nehêlin Cûdî bênefes bimîne.”    ‘KESÊN ÎRO XWEDÎ LI CÛDÎ DERNEKEVE BILA SIBÊ BEHSA MIROVAHIYÊ NEKE’    Beşîre Katar jî, anî ziman ku bi zanebûn tu kes bi hawara çiyayên Kurdistanê ve nayê û bi lêv kir: "Dilê me ji bo kulên Cûdî dişewite. Em naxwazîn Cûdî bişewite. Em her serê sibehê dema li Çiyayê Cûdî dinêrin, dihelin. Cûdî cihê mirada ye. Cûdî li gel me pîroz e. Dema ku mirov heft caran diçe serdana Cûdî wekî ku mirov çûye Umrê. Ewqas ji bo me pîroz e. Li hemberî hemû bangên me, her kes ker û lal dimîne. Ji ber ku ev der xaka  me kurdane herkes xwe bêdeng dike. Durûtiyê dikin. Agir berdidin çiyayên me. Ger dar, bax û baxçeyên me jî şewitanîn, wê demê em ê çawan jiyan xwe dewam bikin. Ji ber toza şewatê zarokên me hemû nexweş ketine. Me par kezwan kom dikirin û difirotin. Îsal hemû dar û berên me şewitandin. Em ê îsal çi bikin?  Bila êdî bes xwezaya me bişewitîn in. Kesê ku îro xwedî Cûdî dernekeve, bila sibê jî ji me re behsa mirovahiyê neke.”    MA/ Zeynep Dûrgût