Kiryarên destdirêjiyê hatin berdan 2020-09-10 10:55:07   AMED – Li navçeya Hênê ji 5 zilamên destdirêjî G.A’yê kiribûn 4 ji wan piştî 10 mehan îfadeyên wan hatin girtin pişt re serbest hatin berdan.     Li gundê Nerîbê Şeynon ya girêdayî navçeya Hênê ya Amedê 5 kesan destdirêjî jina bi navê G.A. (21) kiribûn. Tevî ku G.A. giliyê kiryaran kiribû jî ji bilî A.D. îfadeyên 4 kesên din nehatibûn girtin.    Piştî ku Ajansa Mezopotamya nûçeya derbarê G.A. de çêkir, Dozgeriya Hênê îfadeyên kiryarên bi navê Î.A., M.A., Ş.A., û Î.A. piştî 10 mehan girt û pişt re ew serbest berdan.    Li aliyê din heman rojê de îfadeyê kekê G.A., M.A. li Qereqola Cendirmeyan a Hênê hat girtin.