Qurbaniyên Komkujiya Garê hatin bibîranîn: Em ê bi daxwazên aştiyê bikevin sala 5’emîn 2020-09-10 11:51:58 ENQERE – Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Çoşgûn, di bîranîna meha 59’emîn a Komkujiya Garê de, diyar kir ku wê bi daxwaza xwe ya aştiyê ya bikevin sala 5’emîn.     Di meha 59’emîn de qurbaniyên Komkujiya Garê ya Enqereyê, li Qada Garê hatin bibîranîn. Ji ber vîrûsa koronayê bîranîn bi awayekî sembolîk pêk hat û di bîranînê de wêneyên 103 qurbaniyan hat hilgirtin. Seroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Çoşgûn, di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî û diyar kir ku tu kes nikaribûye li pêşiya wan bibe asteng ku li vê qadê bîranînên pêk bînin û wê nikaribin jî.   ‘ÊŞÊN ME TEZE NE’   Çoşgûn, anî ziman ku êşên wan hê teze ne û xwest ku ji bo qurbaniya bîrdariyek bê çêkirin û wiha axivî: “Em ê di 21’ê îlonê de li danişîna ku bê dîtin bin. Daxwaza me ya edalet rasteqîn bê bersivandin jî neyê bersivandin jî em ê li wir bin. Bila kes ji bîr neke ku Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê weke şopeke reş derbasî dîroka komarê bûye.”   ‘EM BI DAXWAZÊN AŞTIYÊ LI VIR BIN’   Dı berdewamê de Çoşgûn, destnîşan kir ku piştî komkujiyê pêvajoyeke hesabpirsînê pêk nehatiye û axaftina xwe wiha domand: “Mirov hatin qetilkirin, berpirsyarek jî nehat darizandin. Li ber çavan ev komkujî li navenda Enqereyê pêk hat. Bila kes ne li bendê be ku em ê komkujiyê ji bîr bikin û jiyana xwe bidomînin. Mirovên ku me winda kir mezin nebûn, zarokên me bê dê û bav man, hêrsa me didome û wê neqede. Ne tenê em divê tu kes Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê ji bîr neke. Di sala 5’emîn de em ê şer, hêrs û herî pir jî daxwazên xwe yên aştiyê bigirin cem xwe û li vir bin.”   Bîranîn, bi berzkirina dûrişmeyên “10’ê Cotmehê ji bîr neke nede jibîrkirin” , “Em ê teslîmî tariyê nebin”  û “Wê roj bên çerxa felekê bigere û kujer hesab bidin gel” bi dawî bû.