Yerlîkaya: Hejmara nexweşan 10 qat ji daneyên wezîr zêdetir e 2020-09-10 15:08:53 AMED – Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir ku yek ji bajarên ku pêvajoya koronayê nebaş lê têbirêvebirin Amed e û got: “10 qat hejmara pêketiyan û 3 qat jî hejmara miriyên koronayê ji daneyên Wezîrê Tenduristiyê zêdetirin.”  Odeya Bijîşkan a Amedê bi boneya rapora “Kovîd-19 a Tîrmeh û Tebaxê” bi rêya înternetê civîn li dar xist û vê raporê ji raya giştî re eşkere kir. Endamê Konseya Navendî ya Odeya Bijîşkên Tirk Dr. Halîs Yerlîkaya û Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Elîf Tûran û rojnamevan beşdarî civînê bûn.    REWŞ CIDÎ YE      Dr. Elîf Tûran raporê xwend û tabloya dawî ya koronayê ya Amedê eşkere kir û got: “Li Amedê li hin nexweşxaneyan li gorÎ hin rojan 650-700 bi giştî rojane 400-450 kes bi koronayê dikevin. 700 nexweş li klînîkên nexweşxaneyan û 135 nexweş jî li unîteyên rewşa awarte tên dermankirin. Seranserî pêvajoya koronayê nêzî 600 xebatkarên tenduristiyê bi koronayê ketine.”    Tûran diyar kir ku di sewqa nexweşan de pirsgirêkên cidî hene û li xebatkarên tenduristiyê kelûpelê xwe parastina ji koronayê nayên belavkirin.    PIRSGIRÊKÊN DERMANKIRINÊ HENE    Tûran da zanîn ku li nexweşxaneyên taybet pirsgirêka xwe gihandina testan didome û ji bo dermankirinê pirsgirêkên cidî hene. Tûran got ji ber ku tevdîr li ber çavan nayên girtin û kontrola tevdîran nîne weqa bi lez û bez belav dibe û banga li rayedarên tenduristiyê yên Amedêk ir ku tenduristiya gel li ber çavan bigirin û berpirsiyariya xwe bînin cih.    Tûran di dawiya raporê de li dijî pirsgirêkan pêşniyazan rêz kir.    10 QAT ZÊDETIR IN    Piştî eşkerekirina raporê Dr. Halîs Yerlîkaya jî diyar kir ku yek ji bajarên ku pêvajoya koronayê nebaş lê têbirêvebirin Amed e û got: “10 qat hejmara pêketiyan û 3 qat jî hejmara miriyên koronayê ji daneyên Wezîrê Tenduristiyê zêdetirin.”