Kûnûr: Polîtîkaya qeyûman negiha armanca xwe 2020-09-11 09:07:53 ŞIRNEX – Hevşaredarê Cizîrê yê berê Kadîr Kûnûr, der barê tayinkirina qeyûmên ewil de axivî. Kûnûr, destnîşan kir ku polîtîkayên tayinkirina qeyûman di çaçroveya "Plana Rûxandinê" de ketine dewrê û armanc gel û saziyan ji hev veqetînin, lê belê bi ser neketine.    Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî 28 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn kirin. Yek ji van şaredariyan jî a Cizîrê bû ku DBP'ê ji sedî 81 deng wergirtibûn û aşredarî bi dest xistibû. Hevşaredarê Cizîrê yê berê Kadîr Kûnûr ku piştî qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin û di 26'ê Mijdara 2016'an d ebi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û di 24'ê Nîsana 2017'an d ehatibû berdan, di salvegera tayinkirina qyeûman de ji Ajansa Mezoptamyayê (MA) re axivî.    ‘DEWAMA PLANA RÛXANDINÊ BÛ'    Kûnûr, diyar kir ku polîtîkaya tayinkirina qyeûman, dewama Plana Şerq Islahatê ya sala 1925'an e û got, tu zemîneke wê ya hiqûqî tuneye. Kûnûr, destnîşan kir ku di sala 2014'an de di Civîna Desteya Ewleyiya Neteweyî (MGK) de der barê desteftiyên gelê kurd de "Plana Rûxandinê" ketiye dewrê û got, di vê serdemê de yek ji saziyên sereke yên hedef hatine girtin jî şaredarî bûne.    Kûnûr got: "Polîtîkayên qeyûman, berdewama şerê qirêj û derûnî yê li ser kurda tê kirin. Nexasim ev yek di hilbijartina herêmî ay 2019'an d ejî hat domandin. Digotin 'Bi ser bikevin jî wê qeyûm bên tayinkirin.' Gava qeyûm hatin tayinkirin ji gel hatin qutkirin. Gel ji bo xizmetê her roj diçû şaredariyê, lê belê piştî qeyûman êdî neçû. Piştî tayinkirina qeyûman şaredarî bûn baregehên esker û polîsan. Lê beriya qeyûman şaredariyên me wekî malên gel bûn."    QEYÛMAN ŞAREDARÎ XISTIN BIN DEYNAN    Kûnûr, anî ziman ku wê demê bi rêya çapemeniya alîgir îdiayên wekî "neliêrtî hatiye kirin, pereyan ji cihên din re dişînin' zemîna tayinkirina qeyûman hatibû amadekirin û got, lê belê berî qeyûm bên tayinkirin mifetîş hatine şaredariyên DBP û HDP'î û mifetîşan tu tişt nedîtine.    Kûnûr got: "Li şaredariyekê jî nelirêtiyek nedîtin. Nikarin bibînin jî. Gava qeyûm atyinî Şaredariay Cizîrê hat kirin 25 milyon TL di qaseya şaredariyê de hebû. Şaredariya me ne deyndar bû. Lê belê piştî qeyûm hat tayinkirin, ewilî Navenda Çandê ya bi kedeke mezin hatibû çêkirin bi 12 milyonan firot. Tevî vî pereyî, pereyê di qaseyê de bû 40 milyon. Lê belê gava qeyûm hat, 250 milyona TL deyn xist stuyê şaredariyê."    HÎN JÎ PÊŞKEŞÎ ALÎGIRÊN XWE DIKIN   Kûnûr, anî ziman ku li tu derî rastî talankirineke bi vî rengî nehatine û got: "Heger bi qasî serê derziyê jî hiqûq hebûna, wê kesên şaredarî xistine vî halî bihatana darizandin. Qeyûm tayinî kû derê hatibin kirin li wê derç kêf û zewq hatiye kirin û pêşkeşî alîgiran hatiye kirin. Rant bi dest xistin û ev yek hîn jî didome."    ‘NIKARIN RÊXISTINBÛYÎNA ME Û HÊZA ME BIŞIKÎNIN'    Kûnûr, destnîşan kir ku çendî ku qeyûm hatibin tayinkirin jî lê belê îqtidar negihaye armanca xwe û got: "Bi tiştên bi Palan Rûxandinê xistin dewrê, xwestin gel û saziyan ji hev dûr bixin. lê belê negihan armanca xwe."    Kûnûr, got: "Ew çi qasî qeyûman tayin dikin bila bikin, lê belê wê nikaribin hêviya me bişikînin. Wê nikaribin rêxistinbûyîna me û hêza me bişikînin. HDP, hêza xw eji gel distîne û wê di her hilbijartinê de xurtir derkeve."