Şahidên 12’ê Îlonê: Îro tenê rêbaz guheriye, lê heman zext hene 2020-09-11 10:34:34 STENBOL – Bi ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re 40 sal derbas bûn. Şahidên cûntaya leşkerî diyar kirin ku ferqa zextên di roja îro û ferqa zext û îşkenceyên 12’ê Îlonê ji hev nîne û tenê rêbaz guheriye.    Yek ji serdemên herî tarî li Tirkiyê darbeya leşkerî 12’ê Îlonê 1980’yî tê zanîn. 40 sal bi ser vê cûntayal eşkerî ya 12’ê Îlonê re derbas bû. Serkêşê darbeyê Serfermandarê Giştî Kenan Evren bûye. Wê çaxê gelek partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civkî tên girtin. Piştî pêkhatina darbeye li gorî daneyên fermî hatin eşkerekirin, milyonek û 683 kes hatine fîkirin. 650 kes tên binçavkirin. 14 girtî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest didin. 171 kes di encama darizandin û îşkenceyê de jiyana xwe ji dest didin. 49 kes bi biryara dadgehên rewşa awarte tên darvekirin. Tê gotin ku hejmara miriyan ji hejmara daneyên fermî zêdetir e.    Tevî bi dehan sal bi ser darbeyê re derbas bûn jî lê şahid û mexdûrên wê demê wan rojan ne ji bîr kirine û ne jî didin jîbirkirin û dibêjin ku ew zext û îşkence wek duh di bîra wan de ye.    SERWERÎ TIRSIYABÛ    Ji şahidên wê demê Beyazit Altinkum da zanîn ku dînamîka muxalefeta civakî ku bû sedemê tirsa serweran û ji ber vê yekê darbeya 12’ê Îlonê pêk hat û got: “Em bi hesasiyeta dê sibê şoreş pêk were tevdigeriyan. Rewşa şoreşê gelek baş bû. Lê darbe li dijî vê dînamikê xistin dewrê. 12’ê îlonê di heman demê de komkujiyek bû. Beriya 12’ê Îlonê jî zemîna darbeyê dihat amadekirin.”    BERXWEDANEK BÊHEMPA    Altinkum anî ziman ku li dijî îşkence û tasfiyeyê li Zîndana Amedê berxwedanek bêhempa hebû û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û koma xwe li dijî darbeyê dîrok nivîsandin.    ÎŞKENCEYA GIRAN LÊ DIKIN    Altinkum diyar kir ku her çiqas wî xwe veşartibe jî lê ew beriya hevdîtinek dê bike hatiye binçavkirin û îşkenceyek giran lê kirine û 6 sal di girtîgehê de maye.    FERQA ÎR Î 12’Ê ÎLONÊ JI HEV NÎNE    Altinkum qewimandinên serdema darbeyê û qewimandinên îro danî ber hev û got: “Îro yek ji pêvajoyên siyasî ya herî xirab e li Tirkiyê tê birêvebirin. Di warê civakî de jî pêvajoyek xerab e. Di 12’ê Îlonê de îşkence hebû û însan dimirin. Îro ‘demokrasî heye’ lê belê civak di bin zextên awarte de dijî. Her kesî dizanibû wê serdema 12’ê Îlonê biqede. Lê îqtîdara îro 20 sal in li ser muxalefeta civakî zextên giran birêve dibe. Tişta ku di 12’ê Îlonê de nehat kirin îqtîdara îro dike.”    JI BER DARBEYÊ WELAT DITERKÎNE    Şahidek din ê 12’ê Îlonê Şêxmûs Tekîn diyar kir ku şeva darbe pêk hatiye ew li navçeya Qosera Mêrdînê ji bo xebatên sendîkayê di civînê de bûne û ew serê sibehê bi darbeye şiyar bûne. Tekîn got wan bihîstiye ku darbe pêk hatiye vekişiyan qadên çolterê yên Qoserê û demek li gundan maye û pişt re jî neçar maye biçe Fîlîstînê. Tekîn got ew 4 salan li Şam û Lubnanê dimîne û pişt re dîsa vedigere welat.    PIŞTÎ DARBEYÊ KURD XURT BÛN    Tekîn destnîşan kir ku beriya 12’ê Îlonê sendîka û rêxistinên civakî gelek bi hêz bûn û rêxistina civakî û ciwanan jî xurt bû û ciwanan xwe dikir qûrbanê sosyalîzmê. Tekîn got lê îro ew vê yekê nabînin û di bûyerên civakî de ciwan nayên dîtin. Tekîn anî ziman ku piştî 12’ê Îlonê tevgera neteweyî ya gelê kurd û bi çalakiyên Dayikên Şemiyê re tevgera jinan xurt bû. Tekîn got ew nikarin heman tiştî ji bo sendîkayan, rêxistinên civakî û tevgerên ciwanan bêjin.    RÊXISTINBÛN TUNE BE ZEXT ZÊDE DIBIN    Tekîn da zanîn ku zextên îro bêtir giran xuya dikin û heke rêxistinbûn kêm be zext û êriş jî zêdetir dibin û mînakên vê yekê îro li gelek deveran xwe didin nîşandan.    3 MEH ÎŞKENCE LÊ TÊ KIRIN    Şahidê wê serdema tarî Suleyman Toklû jî diyar kir ku ew di dema darbeye de 96 rojan di binçavan de maye û îşkence lê hatiye kirin û ew îşkence hêj li ber çavê wî ne. Toklû anî ziman ku hovîtiyek mezin li wan hat kirin û tevî vê yekê jî wan li ber xwe daye. Toklû diyar kir ku rêbazên zextan ên her serdemê cuda ne û got: “Dema ez dihatim darizandin min şahidê nepen û belgeyên sexte nedîtin. Lê ji ber pêşketina teknolojiye dikarin belgeyên sexte bixin telefonên meriv û bikin sedema darizandinê. Rêveberiya niha ji bo kesên naxwaze bixebitin û têbikoşin serî li her rêbazî dide.”    MA / Kadîr Guney