Hafizeya Kobanê diçe Ewropayê 2020-09-11 12:00:34 KOBANÊ – Komeleya Mesela bi projeya “Em Diyarin” beşdarî Rojên Mîrateya Çandî ya Ewropayê dibe. Komele wê danasîna muzeya bîra bajarê Kobanê û avakirin wê bike.    Komeleya Meselayê muzeya bîra şerê li Kobanê li dijî DAIŞ’ê hat kirin amade kir. Komele bi projeya “Em Diyarin/We Are Visible” beşdarî Rojên Mîrateya Çandî ya Ewropayê ya îsal dibe.    Îsal rojên mîrateya çandê ya 27’emîn tên lidarxistin. Sibê di serî de li Swîsreyê û li tevahiya welatên Ewropayê dest pê dike û temaya wê jî “Avakirinê bidomîne” ye. Di çalakiyên îsal de wê gengeşe li ser bajar, gund û mal çawa tên parastin û qadên jiyana nû çawa tên avakirin bê birêvebirin. Çalakiya dê du rojan li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê bidome gelek muze, şûnwarên dîrokî, avahiyên mîmarî û cihên çandî werin danasîn û dê ji bo vê yekê mazûvanî were kirin.    ÎSAL KOBANÊ JÎ DI ROJÊN ÇANDÎ DE HEYE    Komeleya Meselayê dê bi projeya “Em Diyarin/We Are Visible” beşdarî rojên îsal bibe. Hunermendên wê di bin banê Komeleyê de beşdarî şahiyê bibin, plan dikin ku tabloyên ji axa gil çêbikin. Her wiha wê li cihê şahî were birêvebirin wêneyên Muzeya Bîra (Hafize) Kobanê werin daliqandin. Bi vî awayî wê bîra muzeya Kobanê û avakirina wê ji bo mêvanan û beşdaran were danasîn.    Tabloyên ji axa gil tên çêkirin dê pişt re li Çewliga Wanner a Komeleya Meselayê ku li Swîsreyê ye werin pijandin. Tabloyên axa gil ku werin pijandin û pişt re jî dê di êvara Şeva Çandê ya Burgdorfê de pêşkêşî Muzeya Franz Gertsch werin kirin.   JI BO MUZEYA KOBANÊ TABLOYÊN JI AXA GIL    Fikra ku dê di şahiyê de tabloyên ji axa gil werin çêkirin aydê hunermendê peykersaz ê Swîsreyî Werner Neuhaus e. Neuhaus diyar kir ku axa gil objeya ragihandin û hevkriya navbera çandan e û wî xebatên li ser axa bi gil ewilî wek ceribandinê li Swîsreyê çêkirine. Neuhaus da zanîn ku pişt re ew fikiriya ku wê ev proje ango fikr li Kobanê bixin meriyetê û got: “Piştî me firka xwe zelal kir, em ber bi Rojava ve derketin rê. Ji dîmen û rismên ku qiyametê tîne bîra meriv wêdetir, ew zindîbûna siberoja însanan û têkoşîna wan û bi vê yekê re jî jiyana wan dê çawa were dîzyankirin bandorek mezin li ser me kir.”   Neuhaus anî ziman ku piştî demekê ew bi rêveberiya Muzeya Bîra Kobanê re hatine cem hev û danûstandina fikrî kirine û wiha got: “Rêveberiya Muzeyê, dixwest ku hilweşandin û rûxandina herî zêde li ser taxa ku herî zêde şer lê qewimiye çawa hildin parastinê û çawa veguherînin müzeye. Di vî warî de me dest bi hin xebatan kir. Me di cotmeha 2019’an de dîsa xwest biçin Rojava, lê dema em gihîştin Iraqê em bi dagirkeriya Tirk re rûbirû man. Pişt re me bi hin hunermendên li Silêmaniyê re xebat ango projeya “Em Diyarin” birêve bir. Ev yek jî ji bo Muzeya Kobanê hatin çêkirin.”    BERHEM WÊ LI KOBANÊ WERIN BERHEVKIRIN    Neuhaus got xebata wan xwe digihîne hilberîna axa bi gil û tûxleyên wek kevneşopiya herêma Mezopotamya tên zanîn. Neuhaus diyar kir ku parçeyên hatine çêkirin wê li Kobanê werin gel hev û dê veguhere berhemek hunerî ya tevdeyî û ew armanc dikin ku parçeyên li cihên cuda hatine çêkirin li Kobanê bînin cem hev.    Neuhaus bal kişand ser modeleya dîwarê ew ji bo Muzeya Bîra Kobanê disewirînin a li gel avahîsaz Martin Strum ê bi Komeleya Meselayê re dixebite û wê vê modelê di Rojên Mîrateya Çandê ya Ewropayê de bidin danasîn.    KOMELEYA MESELA ÇI KARÎ DIKE?   Komeleya Meselayê ji bo hunermendên Ewropayî û Rojhilata Navîn bînin cem hev û di navbera wan de pêwendiyê çêbike da ku platformek were avakirin û xebatek hevpar birêve bibin sala bihûrî li Swîsreyê hat damezrandin. Komele li gel xebatên çandî û hunerî, hin projeyên li Kobanê û Şengalê li pêş dixe. Komeleya ku partnera fermî ya muzeya tê xwestin li Kobanê were avakirin, di vî warî de sêwirandin û modelan li pêş dixe. Komele ji hunermend, avahîsaz, rojnamevan û kuratoran pêk tê. Samuel Schwarz, Bernhard Chiquet, Ozlem Yaşar, Werner Neuhaus, Nazim Daştan û Martin Sturm jî di damezrandina Komeleyê de cih digirin.    MA / Nazim Daştan