Çalakiya li dijî şewata li Çiyayê Cûdî di roja duyemîn de ye 2020-09-11 12:16:46 ŞIRNEX - Çalakiya ku ji hêla Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş ê ku ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî hat destpêkirin îro bi piştgiriya rêveberên HDP’ê di roja xwe ya 2'yemîn de didome.   Li quntarên Çiyayê Cûdî şewat bênavber berdewam dike. Çalakiya ku duh ji hêla Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ve ji bo balê bikişîne ser şewata li Çiyayê Cûdî  hat destpêkirin îro bi piştgirî û tevlîbûna Meclîsa Jinana a HDP'ê, Dayîkên Aşitiyê, aktîvîstên TJA, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê di roja 2'yemîn de didome. Beriya çalakiyê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta " Cûdî dîroke, neşewitînin", Daristanên me dişewitînin, rayedar bêdengin" hatin vekirin.   'DIXWAZIN ÇALAKIYA ME PROVOKE BIKIN’   Parlementer Hasan Ozguneş daxuyanî da û bal kişand ser şewatên daristanan û wiha axivî: "Me li dijî şewatên ku li Cûdî, Gabar û Besta bi tevahî derketin vê çalakiyê da destpêkirin. Me bang li gel û rayedarên xwe kir ku li hember vê şewatê hesas tevbigerin. Me eşkere kir ku fîşekên bêserûber ên topên hêzên ewlehiyê daristanên me dişewitînin û bi guleyên ku pey hev dibarînin agir derdikeve. Darên ku nehatine şewitandin jî hewl didin bi birînê biqedînin. Lê belê em dizanin ku li herêma Şirnexê ji qanûnê bêtir tabûr, leşker, qereqol û noqte leşker û polîsan hene. Li herêmê pirsgirêkeke ewlehiyê tune ye. Ev hêcet in. Di televîzyon û medyaya civakî de, em çalakiyan li dar dixin, lê çalakiyên me bê bersiv dimînin. Ji ber vê yekê ji bo ku em berteka xwe eşkere bikin me dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan kir. Lê me duh dît ku xwestin çalakiya me proveke bikin. Ji alîgirên AKP û MHP re kolan vekirin û her cûre derfet ji wan re vekirin. Ji bo ku nehêlin dengê me bê bihîstin serî li vê rêbazê dan. Em baş dizanin ku hin hêzên tarî ji bo provakasyonan li ser kar in. Ji ber vê yekê, ew dixwazin gelê Şirnexê bêdeng bikin.”    'NASNAME Û XWEZAYA ME DIŞEWITÎNIN’    Ozguneş da zanîn ku gelê herêma Botan gelekî bi rûmet e û got: “Em xwedî li nasnameya xwe, xwezaya xwe, demokrasî û azadiya xwe derdikevin. Heke welatparêzî were gotin, li vir xwezaya we, ekolojiya we û daristanên we tên şewitandin. Werin xwedî lê derkevin. Werin em bi hev re biparêzin. Banga me ji bo walî, banga me ji polîs û leşkeran re ew e rê vekin,  werin em bi hev re biçin şewatê vemirînin."   Ozguneş destnîşan kir ku ne ew û partiya wan yên ku dabeşkar in kesên agir bi xwezaya wan dixin e. Ozguneş ji bo şewata li çiyayên herêma Botanê banga xwedî derketinê li xelkê kir û xwest xelk piştevaniyê bide çalakiya wan.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi piştevaniya beşdaran berdewam kir. Beşdaran stran gotin û dirûşm berz kirin.