Bi gumanbarî li mala xwe mirî hat dîtin 2020-09-11 12:19:56   WAN – Li navçeya Şabaniye ya Artemêtanê jina bi navê Melîha Kara bi awayek gumanbarî mirî li mala xwe hat dîtin.    Li taxa Şabaniye ya girêdayî navçeya Artemêtana Wanê Melîha Kara (45) îro serê sibehê bi awayek gumanbarî li mala xwe mirî hat dîtin. Dozger û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Dozger lêkolîn kir û pişt re cenaze ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê. Hat zanîn ku dê cenazeyê Kara li Goristana Selîmbey were veşartin. Hat ragihandin ku derbarê mirina bi guman a Kara de lêpirsîn hatiye destpêkirin.