Li Mêrdînê xwepêşandana li dijî DEDAŞ’ê didome 2020-09-11 16:50:38 MÊRDÎN - Li gundê Girherîna Artûklûyê sê roj in xelk li dijî panoyê ceryanê ku komên DEDAŞ’ê derdixin ser dîrekan xwepêşandanan li dar dixin. Cendirmeyan îro carek din mudaxileyî xwepêşandana gundiyan kir.  Şîrketa ceryanê DEDAŞ li gundê Girherînê ya girêdayî navçeya Artûklû ya Mêrdînê panoyên ceryanê derdixe ser dîrekan. Ev sepana xebatkarên DEDAŞ’ê di çavdêriya cendirmeyan de pêk tê. Şêniyên gund jî li dijî vê yekê xwepêşandanan li dar dixin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Şêniyên gund di roja sêyemîn de dîsa rêyên nava gund bi konteynirên çopê û keviran girtin û agir vêxistin û xwestin DEDAŞ ji gund derkeve. Cendirmeyan îro carek din mudaxileyî xwepêşandana gundiyan kir.    Cendirmeyan bi gaza îsotê mudaxileyî şêniyên gund kir û herî kêm 8 kesan binçav kir. Cendirmeyan di mudaxileyê de li welatiyan da û ev dîmen ji aliyê kamerayê ve hatin tomarkirin. Binçavkiriyan birin Qereqola Cendirmeyan a Bajêr û hat zanîn ku piştî îfadegirtinê dê serbest werin berdan.    Li gund rageşî didome. Şêniyên gund diyar dikin ku dema saetên ceryana wan derxin ser dîrekan wê bi cezayên kêfî yên DEDAŞ’ê re hevrû bimînin û dixwazin ku rayedar demildest vê sepanê rawestînin.