Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Dengê wî bibihîsin 2020-09-12 09:00:22   STENBOL - Selvî Îlker anî ziman ku kurê wê yê nexweş ê girtî Ekîm Polat ketiye greva birçîbûnê û bang kir: "Naxwazim kurê min bimire."    Ekîm Polat ku di sala 2016'an de li Stenbolê hatiye girtin, bi hinceta "Rêvebiriya Eniya-Partiya Rizgariya Gel a Şoreşgerî (DHKP-C)" 24 sal ceza lê hatiye birîn. Polat ku niha di Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê de ye, li girtîgehê nexweşîna KOAH'ê û dil lê peyda bûye. Polat, niha bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û di greva birçîbûnê de ye.    ‘DAXWAZA WÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Dayika Polat Selvî Îlker, piştî li hucreyê girtiyekî gef lê xwariye xwestiye cihê wî bê guherandin, lê ji ber ku nehatiye guherandin di 4'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Dayik Îlker, bilêv kir ku girtiyekî edlî ku berê êrîşî kurê wê kiriye xistine hucreya li hemberî hucreya wî û got: "Ew girtî ji bo kurê min gotiye neyarê min e. Rêveberî çawa dihêle ku wî kesî têxe hucreya hember? Her wiha heman girtiyê edlî berê ji bo kurê min gotibû 'dijminê dewletê'. Ji roja ku hatiye girtin gef lê tên xwarin. Li wir tu ewleyiya kurê min tuneye. Dixwaze yan cihê wî yan jî yê wî girtiyî bê guherandin. Lê belê daxwaza wî nayê qebûlkirin."    Îlker, destnîşan kir ku ên gef lê dixwin gardiyan in û got, sergardiyan jê re gotiye: "Em ê te li vê derê binax bikin. Wê kes jî pê nizanibe." Dayik Îlker got: "Divê ev kes bên aşkerekirin û kes bdeng nemîne. dev ji zarokên min berdin, gefan nexwin."    ‘NAYÊ TEDAWÎKIRIN'    Îlker, bilêv kir ku kurê wê birine nexweşxaneyê, lê belê nehatiye tedawîkirin û got: "Bijîşk sûcê kurê min jê pirsiye. Wî jî gotiye, ev ne karê te ye. Ji ber ku werê gotiye nehatiye tedawîkirin. Hin derzî hene divê her meh wan li xwe bixe, lê lê naxin. Ji ber vê kurê min ketiye greva birçîbûnê. Kesekî nexweşîna dil pê re be û dets bi greva birçîbûnê bike, ev ji bo wî mirin e. Wexta kurê min hat girtin baş bû, lê niha nexweşînên giran lê peyda bûne. Wan destên xwe yên qirêj nedin wî. Cezayê tiştekî ku nekiriye dikişîne. Divê bê berdan."    SÎXURTÎ LÊ TÊ FERZKIRIN    Îlker, anî ziman ku kurê wê gotiye sîxurtî lê tê ferzkirin û got: "Wê kurê min sîxurtiyê qebûl neke. Wê kurê min tiştekî ku ne kriiye qebûl neke. Wê wekî wan hereket neke. Greva birçîbûnê lêgerîna ji bo heq e, em tenê bi vî awayî dikairn doza heqê xwe bikin."    Dayik Îlker ku got "Naxwazim kurê min bimire" got: "Rewşa dilê wî nebaş e, dermanên wî andinê. Tansiyona wî jî heye. Ji ber ku di greva birçîbûnê de ye, bifikar im. 48 meh in jê dûr im. Bila her kes dstekê bide kurê min. Bila bibin dengê wî. Em dikarin bi hev re ji derheqê vê zilmê derkevin. Tenê ne ji bo wî, divê em ji bo hemû girtiyan tev bigerin."