Qeyûm, Nûrbakiyê ku jinan bi 'fuhûşê' tawanbar kiribû anî ser serokatiya daîreyekê 2020-09-12 09:01:31 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, Midûrê DEDAŞ'ê yê Amedê yê berê Nîhat Nûrbakî yê ku gotibû "Jinên ku pereyên wan tunene, fatûreyên wan bi têkiliyeke zayendî tên sifirkirin" danî ser Serokatiya Daîreya Xizmetên bejahiyî.    Waliyê Amedê û qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, kesekî ku tê nîqaşkirin danî ser serkatiya daîreyekê. Qeyûm Karaloglû, Midûrê DEDAŞ'ê yê Amedê yê berê Nîhat Nûrbakî danî ser Serokatiya Daîreya Xizmetên bejahiyî.   Gava Nûrbakî di sala 2009-2012'an de Midûrê Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê ya Amedê (DEDAŞ) bû, jinan bi fuhûşê tawanbar kiribû.    Nûrbakî, di sala 2009'an de gava bûbû Midûrê DEDAŞ a Amedê, ji Rojnameya Soz a Amedê Omer Buyuktîmûr seredana wî kiribû. Nûrbakî jî jê re behsa têkoşîna li dijî "ceryana qaçax" kiribû û ji bo jinên Amedê gotibû "ji bo fatûreyên xwe yên ceryanê sifir bikin, têkiliyeke zayendî datînin." Nûrbakî di gotara Buyuktîmûr de gotibû: "Ên hevjînên wan li eskeriyê, ên pereyên wan tune bi têkiliyeke zayendî fatûreyên xwe sifir dikin. Lê êdî tuneye."    Piştî van gotinên Nûrbakî, jinan jî ji bo Nûrbakî ji peywirê bê girtin kampanyayek dabû destpêkirin. Her wiha Serokwekîlê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) Selahattîn Demîrtaş jî nivîsek ji parlementerên Amedê re şandibû û gotibû: "Ev gotin, beyanine ku gelê Amedê tawanbar dikin. Di vî warî de pêşî em parlementerên Amedê, divê vê mijarê hel bikin."    Her wiha Parlementerê CHP'ê yê Semsûrê Şevket Kose jî  pêşniyazpirsek dabû ber Wezîrê Çavkaniyên Enerjiyê Taner Yildiz.    JI BER NELIRÊTIYÊ JI PEYWIRÊ HATIBÛ GIRTIN   Lê belê Nûrbakî li ser karê xwe mabû. Paşê ji ber nelirêtiyê 2 caran ji peywirê hatibû girtin û bi biryara dadgehê vegeriyabû ser karê xwe. Piştî di sala 2013'an de DEDAŞ hatibû kesîdekirin vê carê li Enqereyê di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de dest bi akr kiribû. Nûrbakî ku heya niha jî li ser vî karîbû, bi îmzeya qeyûm Karaloglû hat ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Bejahiyî. Nûrbakî li daîreya navbirî dest bi kar kiriye.