Partiyên siyasî: Êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe 2020-09-12 09:52:13 AMED – Rêveberê gelek partiyên siyasî yên li Amedê, diyar kirin ku êdî pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe û gotin: “Divê çareserî demildest bê pêşxistin û ji bo vê jî pêwîstî bi demokrasiyeke bingehîn heye.”    Nûner û rêveberên gelek partiyên siyasî yên li Amedê, diyar kirin ku tu carî bi polîtîkayên şer pirsgirêka kurd çareser nabe. Nûnerên partiyan ên ji bo çareseriyê pêşniyarên girîng kirin, dan zanîn ku divê zemîn û bingeha demokrsiyê bê avakirin.   ‘JI ÇERSERIYÊ PÊDIVÎ BI VÎNÊ HEYE’   Serokê Partiya Deva yê Amedê Cîhan Ulsen, anî ziman ku wan bernameya partiya xwe li gorî pirsgirêka kurd sererast kirin û wiha axivî: “Ev pirsgirêkek serekeye û divê êdî bê çareserkirin. Di bingeha pirsgirêkên Tirkiyeyê yên weke aborî, çandî, civakî, hiqûqî û gelek pirsgirêkên din de, ne çareser kirina pirsgirêka kurd heye. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, pêdivî bi vînê heye. Ji bo ku ev jî bê pêşxistin divê li welat zemînê demokrasiyê bê avakirin. Berî her tiştî, divê her kes bêyî ku bitirse fikir û ramanên xwe bi awayekê azad dane holê. Ger ev pirsgirêk neyê çareser kirin, wê pirsgirêkên mezintir derbikevin holê.”    ’40 SALIN EV PIRSGIRÊK DEWAM DIKE’   Ulsen, da zanîn ku ji salên 90’î ev pirsgirêk dewam dike û wiha got: “Partiyên siyasî yên cuda 40 salin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dikevn nava hewldanan. Lê ev hewldanên wan tenê di gotin de dimîne. Tişta ji bo me girîng, krînên me û gotinên me ne. Bernameya partiya me ya ji bo pirsgirêka kurd pir zelal û aşkereye.”    TU ENCAMÊ PÊŞ NAXWE   Unsal, bal kişand ser polîtîkayên şer ên li hemberî pirsgirêka kurd tên birêve birin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkayên şer ên bi salane tên bi rêve birin êdî pirsgirêka kurd çareser nakin. Tu encamê pêş naxe. Pirsgirêka kurd jî, mîna gelek pirsgirêkan bi nêzîkatiyên şer û ewlekariyê ne pêkane ku çareser bibe. Ev pirsgirêk bi çek û tundiyê çareser nabe. Divê ji bilî vê rêyên çareseriyên nû bên pêşxistin. Divê em polîtîkayên ewlekariyê ji rojeva xwe derbixin.”    ‘PIRSGIRÊKA KURD BI DEMOKRASIYÊ ÇARESER DIBE’   Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Yadin Altaç jî, têkildarî pirsgirêka kurd, wiha got: “Ev mijar birîna herî kûr a vî welatiye. Pirsgirêkek pir bi êşe. Gelek berdêlên giran ji bo vê hatin dayîn. Êdî divê ev pirsgirêk çareser bibe. Em dixwazin ev çareserî pêş bikeve.”    TUND Û TUJÎ NE ÇARESERIYE   Altaç, bi bîr xist ku civaka Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêk kurd amadeye û wiha bilêv kir: “85 mîlyon welatî, dixwazin kes tune neyê hesibangdin, cudakarî tunebe û jiyanek wekhev û azad hebe. Divê siyasetmedar, van daxwazên raya giştî bi cih bînin. Ev 40 salin polîtîkayên şer hene. Lê bi van polîtîkayan ev pirsgirêk nehat çareser kirin. Ji vê saetê şûnde jî wê bi van polîtîkayan çareser nebe. Ne pêkane ku ji vê saetê û şûnde pirsgirêka kurd bi rêbazên eskerî bên çareserkirin. Divê em dest ji van polîtîkayan berdin.  Ger em hewl bidin bi operasyonan vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê emê vê pirsgirêkê mezintir bikin.”    AKP Û MHP VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE   Altaç, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tu polîtîkayeke AKP û MHP’ê ya çareserkirina pirsgirêka kurd tuneye. Bi polîtîkayên bi rêve birin, gelek texrîbatên mezin ava kirin. Yanî ne AKP û ne jî MHP nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.”   ‘BI KONFERANSEKÊ AŞTIYÊ YA MEZIN PÊKANE’   Serokê Partiya Saadetê yê Amedê Fesîh Bozan jî, bi bîr xist ku gelê kurd bi salane bi polîtîkayên înkar, îmha, bişavtin û zextan re rûbirû ye û wiha axivî: “Pirsgirêka kurd êdî navneteweyî bûye. Divê ev pirsgirêk çareser bibe. Ji bo çareseriyê divê hikumet û dewletên Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye konferanseke aştiyê ya mezin li dar bixin. Ji ber ku ev pirsgirêk êdî bûye pirsgirêka van hemû welatan. Em dikarin vê pirsgirêk di çarçoveya maf û edaletê de çareser bikin. Divê em ji xwe bipirsin ku me heya niha li ku derê şaşî kiriye. Heya roja îro me ev gel tune hesiband, tune kir, qetil kir, înkar kir û ji bo asîmîle bibe me her tişt kir. Lê dîsa me nekarî em li vê herêmê hizûrê pêş bixin. Ji ber vê divê bê zanîn ku ev pirsgirêk êdî bi şer çareser nabe. Ji bo ku ev pirsgirêk bê çareser kirin, pêdivî bi konferanseke aştiyê ya mezin heye. Bi polîtîkayên nijatperest û faşîzane ev pirsgirêk çareser nabe. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe.”   ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ MECLÎSE   Seroka Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Amedê Gonul Ozer jî, da zanîn ku divê pirsgirêka kurd li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) bi aqlê hevpar ê nûnerên partiyên siyasî bê çareserkirin û wiha got: “Li şûna polîtîkayên şer, divê bi çareseriyên siyasî yên daîmî ev pirsgirêk bê çareserkirin. Partiya me dixwaze vê di Meclîsê çareser bike. Em dixwazin êdî bê çareserkirin.”    MA / Ergîn Çaglar